Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin 2023-12-01 16:06:35   STENBOL – Di doza Midûrê Berpirsyarê Karûbarên Nivîsan ê kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Yûrttapan û 3 nivîskarên wê tên darizandin de, dê mutala were amadekirin.    Ji ber hin nivîsên di kovara Modernîteya Demokratîk de hatine çapkirin, derbarê Midûrê Berpirsyarê Karûbarên Nivîsan ê kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Yûrttapan û 3 nivîskarên wê de, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz hetibû vekirin. 7’emîn danişîna doza di 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê de hat lidarxistin. Yûrttapan, ji nivîskaran Pakrat Estukayan, Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz jî di danişînê de amade bûn.    Parêzer Sercan Korkmaz anî ziman ku di vê asta dozê de dê tu daxwaza wan nebe. Dozgerî jî xwest mijarên kêm werin temamkirin. Şandeya dadgehê ji dozger xwest ku têkildarî dozê mutalaya xwe amade bike û danişînê taloqî 2’yê sibata 2024’an kir.