Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne 2023-12-01 17:07:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran destnîşan kir ku girtina ji peywirê ya endamên Konseya Navendî yên TTB’ê nayê qebûlkirin û got: “Em bi TTB'ê re ne ku mafê jiyan û tenduristiyê diparêz e."     31’emîn Dadgeha Giştî ya Hiqûqê ya Enqereyê endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji peywirê girt. Biryara dadgehê li Amed û Antalyayê bi daxuyaniyan hate şermezarkirin.     Platforma Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşiya avahiyê Odeya Bijîjkan daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nedin TTB’ê”, “Bijîşkî nayê darizandin û bêdengkirin” hatin vekirin û dirûşmên “Xemgînî tune ye, têkoşîn heye”, “Dê roj were dewran vegere û AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), rêveberên bajêr yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Hevseroka Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) Nejla Kûrûl tev li daxuyaniyê bûn.    BIRYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN   Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran daxuyanî xwend. Tûran, anî ziman ku girtina ji peywirê bi darbeya hiqûqê hatiye kirin û ev biryarê qebûl nakin. Tûran, wiha domand: "Tirkiye ev bi demekî dirêj e li gorî Destûra Bingehîn û qanûnan nayê birêvebirin. Konseya TTB’ê bi biryareke weke darbeyê ji peywirê hatin girtin. Nabe ku şaredarên hilbijartî û rêveberên rêxistinên pîşeyî ji peywirê bên girtin."    ‘JI BER KU EM LI DIJÎ ŞER IN EV BIRYAR HATE DAYÎN’   Ji ber ku TTB ji roja hatiye avakirin heta niha li dijî darvekirinên demên darbeyê sekiniye, ji ber ku ji bo di grevên birçîbûnê de nêzikatiyeke li gorî pîvanên gerdûnî nêzî çalakvanan bibin parastiye û  ji bo ku mafên kedkarên tenduristiyê biparêze lewma hedef hate girtin. TTB'ê xwestiye pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derketiye. Sedema hedefgirtina TTB'ê ev e. Dê TTB neyê girtin, em bi TTB'ê re ne."      ‘TU BINGEHEKE HIQÛQÎ YA GIRTINA JI PEYWIRÊ NÎNE'   Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl di daxuyaniyê de wiha got: "Li ser navê hiqûq, demokrasî û edaletê çi hebe li vî welatî tê tesfiyekirin. Tu bingeheke hiqûqî ya girtina ji peywirê nîne. Bi vê yekê re gef li têkoşîna azadî, aştî û edaletê, li hemû sendîkayên têkoşîna edaletê didin, li rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû muxalîfên li welêt hatiye xwarin. Em li vir bi eşkereyî dibêjin ku em netirsiyan, natirsin û dê netirsin."    ‘EM ZÎHNIYETA QEYÛM QEBÛL NAKIN'   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê (SES) ya Antalyayê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES'ê Kaan Taşer got ku bi vê biryarê re li TTB'ê qeyûm hatiye tayînkirin û ew bi tu awayî zîhniyeta qeyûm qebûl nakin. Taşer, diyar kir ku tevî hemû zext û zordariya îktîdarê jî ew ê têkoşîna xwe bidomînin û bi TTB'ê re ne.