Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok 2023-12-02 09:02:37   STENBOL- Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok banga ji bo danişîna doza rojnamegerên kurd kir û got: “Danişînên ji rojnamevanên herî girîng ên Tirkiyeyê Sedat Yilmaz, Dîcle Mûftûoglû û Abdurrahman Gok hene. Divê xwedî li van danişînan bê derketin. Divê em ji bîr nekin ku xala sereke ya ku divê bê parastin rojnameger in."   Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû zêdeyî 6 meh in girtî ne. Danişînên yekem a rojnamegerên ku ji ber nûçeyên xwe girtî ne, dê hefteya bê dest pê bikin. Di vê çarçoveyê de dê danişîna Abdurrahman Gok di 5'ê kanûnê, danişîna Dîcle Mûftûoglûyê di 7'ê kanûnê û ya Sedat Yilmaz jî di 14'ê kanûnê de bê lidarxistin.   Hevdîrektorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok, lêpirsînên der barê Yilmaz, Gok û Mûftûoglûyê de û êrişên li ser rojnamegerên kurd nirxandin û ji bo danişînên rojnamegeran bang kir.   LÊPIRSÎNEKE LI DIJÎ MAFÊN BINGEHÎN   Ok ku dozên rojnamegerên girtî ji nêz ve dişopîne, bal kişand ser lêpirsîna der barê rojnameger Yilmaz û Mûftûoglûyê de. Ok anî ziman ku ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ne û wiha got: "Merhaleyên lêpirsînên Dîcleyê û Sedat ji destpêka lêpirsînê ve, ango avêtina ser malên wan, binçavkirin û desteserkirina eşyayên wan ên li mal û kargehê, li dijî mafên bingehîn in. Ger hûn bipirsin çima? Dema em hem li naveroka lêpirsînê hem jî li naveroka dozê dinêrin, em dibînin ku saziya ku Sedat û Dîcle lê dixebitîn, nûçeyên ku çêkirine, gerên wan ên li derveyî welêt ên ji bo nûçeyanû hevdîtinên wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re wekî delîl hatine nîşandan."    ‘DOZÊN JIHOLÊRAKIRINA ROJNAMEGERIYÊ'   Ok anî ziman ku Gok, Yilmaz û Mûftûoglû ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê her rojnameger ji bo karê xwe digerin û bi çavkaniyên xwe re hevdîtinan dikin. Ev nabe sedema krîmînalîzekirin û 'terorîzekirin' saziya wan. Jixwe ev, bi tena serê xwe nabin sedemeke pêwîst a girtinê. A rast, ev doz dozên siyasî ne. Armanca van dozan, jiholêrakirina rojnamegeriyê ye. Em dikarin armanca van dozan wekî 'jiholêrakirina rojnamegeriya kurd' pênase bikin."    ROJNAMEGERÊN KURD ÇIMA HEDEF TÊN GIRTIN?   Ok bal kişand sersedema zextên li ser rojnamegeran jî û wiha berdewam kir: “Ger em bi perspektîfa rojnamegeran lê binêrin, beriya her tiştî pirsgirêka kurd di asteke xitimîner de ye. Di navbera desthilat û tevgera siyasî ya kurd de krîzeke giran heye. Hikûmet di her firsendê de hewl dide ku tevgera siyasî ya kurd aşt bike. Ya duyan dema em behsa binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê dikin, bajarên kurdan tên bîra mirov. Piraniya binpêkirinên mafan li bajarên kurdan pêk tên. Kesên ku ji wan bajaran nûçeyan radigihînin me hene û ew jî rojnamevanên kurd in. Ev, rojnamegerên wekî Dîcle, Sedat û Abdurrahman Gok in. Mesela, eger Abdurrahman Gok ew wêneyên Kemal Kûrkût belav nekira, me yê nizanibûya ku Kûrkût kî ye û çawa hatiye kuştin. Ji bo ku binpêkirinên mafan li bara raya giştî neyên dîtin û raya giştî hay ji wan çênebe, desthilat rojnamegerên kurd wekî hedefa sereke diyar dike. Bi dîtina min, ji aliyê desthilatê ve xitimandina pirsgirêka kurd sedema vê yekê ye û ji bo ku binpêkirinên mafan ên ku zêde dibin li nava raya giştî belav nebin, rojnameger tên binçavkirin û girtin. Em dikarin van sedeman zêde bikin, lê ez wer difikirim ku ev du sedemên berbiçav in."    'DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'   Ok anî ziman ku divê di pergala hiqûqî ya asayî de rojnameger Abdurrahman Gok, Dîcle Mûftûoglû û Sedat Yilmaz demildest bên berdan û wiha got: “Ne girtin, divê rojekê jî neyên binçavkirin. Lê ji ber ku li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqî ya asayî nîn e û hiqûq êdî nayê pêşbînîkirin û pergaleke ku heta qanûnên bingehîn jî esas nayên girtine heye, em nizanin wê pêvajoyê ber bi ku ve biçe. Lê mafê van dozan ew e ku ev heval tavilê bên berdan û beraetkirin."    'DIVÊ XWEDÎ LI DOZAN BÊ DERKETIN'   Ok, son olarak tüm ulusal ve uluslararası kurumlara çağrı yaparak, “Diyarbakır’da Aralık ayında Türkiye'nin en önemli gazetecilerinden Sedat Yılmaz, Dicle Müftüoğlu, Abdurrahman Gök’ün duruşmaları var. Bu duruşmalara sahip çıkmak ve destek vermek gerekiyor. Savunması gerekilen temel noktanın gazeteciler olduğunu unutmamak lazım” şeklinde konuştu.   Ok di dawiya axatina xwe de bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî kir û got: “Dê di meha Kanûnê de li Amedê danişîna rojnamegerên herî girîng ên Tirkiyeyê Sedat Yilmaz, Dîcle Mûftûoglû û Abdurrahman Gok bên lidarxistin. Hewce ye ku xwedî li van danişînan bê derketin. Divê em ji bîr nekin ku xala sereke ya ku divê bê parastin rojnameger in.   MA/ Omer Îbrahîmoglû