Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn 2023-12-02 09:04:52   STENBOL - Parêzer Îshak Demîrel diyar kir ku polîsê ku ciwanê kurd Erhan Eser qetil kir, ji ber "taximê cilan" li xwe kiriye cezayê heq kiriye lê nehatiye birîn û got ku polîtîkayên bêcezakirinê didomin.   Hamdî Karaca ku di çarçoveya Cemaeta Gulenê de ji kar hat îxrackirin, di 28'ê Adara 2022'yan de bi îdiaya guh li îxtara "raweste" nekiriye ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî kuştibû. Danişîna doza bi sûcê "kuştina biqestî" ya der barê polîs Karaca de ku di 29'ê Mijdarê de hat lidarxistin, heyeta dadgehê tevî raporên keşfê û krîmînalê jî bi sûcê "kuştina biqisûr" 7 sal û 6 meh ceza li Karaca birî. Bi hinceta “bandorên muhtemel ên li siberoja bersûc" cezayê wî hat kêmkirin û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.   Parêzerê Eser Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Îshak Demîrel, danişîna dozê û biryara dadgehê nirxand û got ku ew ê serî dadgeha di ser ya navborî re bidin.    LI BIN GIRTEKÊ ÎMZEYA POLÎSÊ BERSÛC   Demîrel da zanîn ku Eserê roja bûyerê hat kuştin û 4 hevalên wîli gor îdiaya polîsan “guh nedane îxtara rawestanê” û ji ber vê polîsan ew gulebaran kiriye. Demîrel bi bîr xist ku Eser di bûyerê de birîndar bûye û piştî ew rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û got ku 4 hevalên Eser tevî ku ne gumanbar bûne jî bi qasî 24 saetan di binçavan de mane û îfadeya wan bi vî rengî hatiye girtin. Demîrel destnîşan kir ku kiryar Karaca "rasterast" bandor li berhevkirina delîlan kiriye û wiha got: “Beriya her tiştî em di dema lêpirsînê de ne li wir bûn. Piştre em li ser daxwaza malbatê daxilî dosyeyê bûn. Di qonaxa lêpirsînê de, di hemû girtename û ewraqan de îmzeya polîsê bersûc heye. Wî bi xwe di lêpirsînê de delîl berhev kirine û rasterast bandor li lêpirsînê kiriye. Pêvajoya berhevkirina delîlan bi pêşengiya wî û hevalên wî hat meşandin. Di danişîna dozê de hevalên polîsên bersûc jî hatin guhdarkirin. Û wan îfadeyên ku bi tevahî hatibûn jiberkirin, rasterast îfadeyên kopîkirî dan."    ÎFADEYÊN ŞAHIDAN ESAS NEHATIN GIRTIN   Demîrel diyar kir ku îfadeyên şahidên bûyerê nehatine girtin û wiha got: “Mînak tê îdiakirin ku polîsê bersûc beriya ku wesayitê guleberan bike, 3 gule berdane hewayê. Lê 4 ciwanên din jî dibêjin ku wan ev yek nebihîstiye. Bi rastî jî rewşeke wiha ya gulebaranê nîn e. Dibe ku ev yek bi awayekî plankirî hatibe kirin. Ev yek bi hemû polîsan dane ezberkirin."   RAPORÊN KEŞFÊ Û KRÎMÎNALÊ   Demîrel diyar kir ku her çendî bûyer wekî bûyereke "qesdî" hatibe dîtin jî polîs nehatine girtin û ev tişt gotin: “Yek derbek heye, rasterast ber bi ajokar ve hatiye berdan. Polîsê bersûc îdia kir ku wî her tim hewl daye ku bera tekerê pêşiyê bide. Paşê keşfek hat kirin. Di raporan de bi zelalî derket holê ku di dema keşfê de gule bera teker nedaye. Eşkere bû ku polîsê bersûc ne teker, lê rasterast Erhan Eser ê ku li cihê ajokarê otomobîlê bûye hedef girtiye. Ev hem ji hêla raporên krîmînalê hem jî ji aliyê raporên keşfê ve hatiye piştrastkirin."    Demîrel anî ziman ku dozger tevî ku bûyer bi qesdî rasterast pêk hatiye jî bi "qesda muhtemel" mutalaa amade kiriye û wiha berdewam kir: "Me diyar kir ku bersûc polîsekî xwedî tecrûbe ye. Yanî nikare wekî welateiyekî jirêzê bê nirxandin. Ji ber vê me daxwaz kir ku divê ne 'qesda muhtemele' bi 'qesda rasterast' bê cezakirin û bê girtin. Helbet wê demê dozger bêyî ku daxwaza girtinê bike polîsê bersûc bi kontrola edlî serbest berda. Piştî danişîna biryarê me daxwaza girtinê kir, lê nehat qebûlkirin û bersûc hê jî li derve digere. Her wiha dozger piştre nêrîna xwe guhert û ji ber 'îhmalkariyê' ceza xwest. Dîsa li ser rapor û keşfên ku hatin kirin, me diyar kir ku bûyer ne 'îhmaleke bi zanebûnî' ye. Ev tu bandor li heyeta dadgehê nekir. Heyetê biryar da ku bersûc bi 'îhmalkariya bi zanebûnî' bê cezakirin. Her wiha dadgehê ji ber ku bersûc 'taximê cilan' li xwe kiribû ceza kêm kir û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza lê birî."    ‘CEZAYÊ HATIYE BIRÎN KÊM E'   Demîrel diyar kir ku cezayê ku li kiryar Karaca hatiye birîn têr nake û got ku ew ê li dijî biryarê serî li dadgeha di ser ya navborî re bidin. Demîrel da zanîn ku di pêvajoya dozê de ew hîn bûne ku Karaca ji ber sedemeke ne têkildarî pîşeya wî ji kar hatiye avêtin û got ku her çend ji kar hatibe avêtin wekî karmendê cemaweriyê bi hinceta "îhmalkarî"yê hatiye cezakirin. Demîrel diyar kir ku dibe ku dosye li dadgehên bilind bê betalkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê dozê de jî polîtîkaya bêcezakirinê berdewam kir. Xortê kurd Erhan Eser tenê 24 salî bû. Em di her danişînê de bûn şahidê êşa dê û bavên wî. Ji bo bersûc cezayê heq kiriye wergire, malbata wî ji destpêkê ve dozê şopand û derdê xwe li dadgehê got. Lê li vî dîwarî ket û car din vegeriya. Dîsa jî cezayê pêwîst nehat birîn. Heyeta dadgehê rabû cezayê bersûc kêm kir. Lê dê têkoşîna me ya li dijî vê polîtîkaya bêcezakirinê bidome. Ji bo bersûc cezayê ku heq kiriye wergire çi hewce be em ê bikin."   MA / Omer Îbrahîmoglû