Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê 2023-12-02 09:07:29   ÊLIH - Qeyûmê ku Şaredariya Êlihê di nava deynan de hiştiye, di nava 2 salan de 3 îhaleyên cuda yên bi bihayê 34 milyon û 340 hezar TL'yî dane şîrketa bi navê BTM Gurmeyê.   Derket holê ku Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, 3 îhaleyên bi milyonan TL'yî dane şîrketa bi navê BTM Gurmeyê. Ewilî di 10'ê Çileya 2022'yan de di bin navê "Karê xizmeta çêkirina xwarinê û belavkirina wê û serwîskirina çay û avê û paqijiyê ya ji bo şînxaneyan" bi bihayê 17 milyon û 595 hezar lîreyî îhale hat çêkirin. Salek şûn de di 2'yê Sibata 2023'yan de car din di bin navê "Xwarina ji bo şînxaneyan û xizmeta şînxaneyan" bi bihayê 5 milyon û 125 hezar lîreyî îhaleyek hat çêkirin. Qeyûm ev îhale jî da heman şîrketê. Herî dawî di 17'ê gulana 2023'yan de îhaleyeke din a bi navê "Xwarina ji bo şînxaneyan û xizmeta şînxaneyan" çêkir. Qeyûm vê îhaleya bi bihayê 11 milyon û 620 hezar TL'yî da heman şîrketê. Bi vê re qeyûm di nava 2 salên dawî de bi giştî bi bihayê 34 milyon û 340 hezar TL’yî îhale dan şîrketa bi navê BTM Gurmeyê.    ÎHALEYÊN BI USÛLA BAZARIYÊ   Balkêş e ku îhaleyên ku qeyûm dane şîrketa bi navê BTM'ê, bi usûla bazariyê hatine çêkirin. Lê belê îhaleyên bi vî rengî tenê di dema karesatan, şewban û xetereya li ber jiyanê û hwd. de tên çêkirin.    ‘QEYÛM BERÊ XWE DAYE QASEYA ŞAREDARIYÊ'   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmazê diyar kir ku qeyûman qaseyên şaredariyan vala kirine û wiha got: “Peyzaja Qesra Midûrê Polîsan, MÎT û Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê û rê, peyarêyên Fermandariya Cendirmeyan a Êlihê û karên gelek saziyên din bi budçeya şaredariyê hatin kirin. Tevî ku her sazî budçeya xwe heye jî, qeyûm ji bo lêçûnên li bajêr serî li qaseya şaredariyê daye. Hema hema hemû îhale bi 21 B'yê ku di dema şert û mercên karesatê de hatiye çalakirin de, hatine çêkirin. Ev û kîjan lêçûn di asta lêçûnên karesatê de tên hesibandin? Ev 3 îhale ji yek şîrketekê re hat dayîn. Bi milyonan TL sewqî şîrketekê hatiye kirin. Vê jî bi biryarên 3 encumenên tayinkirî dikin. "Ev lêçûneke neqanûnî ye."    MA / Fethî Balaman