Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan 2023-12-02 09:13:31     ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê, ji bo çalakgerên grevên birçîbûnê yên ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 6 roj in di grevê de ne, banga ‘bibin dengê wan’ kirin.   Girtiyên siyasî yên li 104 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiya ku dê heta 15'ê Sibata 2024'an bidome, di roja 6'emîn de ye.    Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê çalakî û daxwazên girtiyan nirxandin.   'TECRÎDÊ DEMOKRASÎ JI HOLÊ RAKIR'   Ji rêveberên Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê Yahya Kezer diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Kezer da zanîn ku tecrîda 25 sal in li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, ev 3 sal in veguheriye îzolasyonê û got: "AKP-MHP pêkanînên ku berê hatine ceribandin û neserketî ne, car din dide ber raya giştî. Hewl didin ku di şexsê Îmraliyê de tecrîdê li hemû girtîgehan pêk bînin. Tecrîd li ser hemû gelan tê meşandin û demokrasiya Tirkiyeyê ji holê radike."   Kezer got: "Girtî ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo gelên Tirkiyeyê bigihîjin azadiyê û mafên xwe yên demokratîk bi dest bixin vê çalakiyê dikin." Kezer ji bo çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de banga "bibin dengê wan" kir.   BERXWEDAN   Xwendevanê Yenî Demokrat Gençlîkê Mehmet Kasar got ku tecrîda li Îmraliyê bandoreke neyînî li hemû beşên civakê dike. Kasar got: "Heta ku em tecrîda li ser Abdullah Ocalan neşkînin, nikarin tecrîda li ser civakê bişkînin. Dewletan li girtîgehan tecrîd ava kirin. Ev jî bi berxwedanê hatin şikandin. Girtîgeha Amedê mînaka vê ye. Ji bo berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kiriye bi ser bikeve, divê yên li derve jî bibin deng. Ji bo şikandina tecrîd û faşîzmê rêya yekane bilindkirina dengderxistin e. Heta ku gelê kurd azad nebe, em ê nikaribinn behsa azadiya Tirkiyeyê bikin. Her kesê ku vê yekê dibîne divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike."   'GREVA BIRÇÎBÛNÊ ÎSPATA RÊVEBERIYEKE FAŞÎST E'   Ji rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Cûma Kolûkisa jî diyar kir ku ew tecrîdê qebûl nakin. Kolûkisa got: "Tecrîd pêkanînên kêfî yên desthilatê ne. Em vê qebûl nakin. Li gelek girtîgehan li dijî van pêkanînan mirov bedenên xwe dane ber birçîbûnê. Ev yek îspata wê ye ku li welatê me rêveberiyeke çi qasî faşîst heye. Tirkiye ji bo bibêje ew dewleteke hiqûqê ye, divê dawî li van pêkanînên bêhiqûqî bîne."    'BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN'   Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Elîf Çûhadarê jî anî ziman ku li şûna li çareserkirina meseleya kurd a li ser esasê mafên wekhev û demokratîk, desthilat di polîtîkaya xitimandinê ya li ser esasê tunehesibandinê de israr dike. Çûhadarê da zanîn ku ev rewş rasterast bandorê li hawirdora siyasî ya hundir û derve dike. Çûhadarê got: "Binpêkirina mafan a li dijî girtî û hikumxwaran li girtîgehan vediguhere rêbaza duyemîn a cezakirinê. Sepandina wekhev û adil a hiqûq û edaletê ji bo her kesî hêmaneke girîng a dewleta hiqûqê û demokratîk e. Demildest divê ev daxwazên mirovî esas bên girtin."    MA / Delal Akyuz