Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal 2023-12-02 09:54:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal. Mûzaffer Ozkûrt jî bû Midurê Karên Nivîsan ê rojnameyê.    Rojnameya Evrenselê bi guhertinê dest bi serdema weşana xwe ya nû kir. Şûna Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Fatîh Polat ku bi salan e vî karî dike, Hakki Ozdal cih girt. Mûzaffer Ozkûrt jî bû Midurê Karên Nivîsan ê rojnameyê.    Hakkî Ozdal ku ji sala 1996'an û vir ve di Rojnameya me Evrensel, kovara Çandê ya Evrenselê, rojnameyên Referans û Radikalê de weke edîtor dixebitî û di Gazete Dûvarê de nivîskarî dikir, hem midurê karên nivîsê yê kovara Yenî e'yê bû û hem jî nivîsên xwe yên li rojnameyê dewam dikir.   Hakki Ozdal ê di sala 1975’an de ji dayik bûye, ji Endezyariya Malzeme û Metalûrjî ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû.    Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Evrenselê Mûzaffer Ozkûrt jî ji sala 1998’an ve di rojnameya Evrenselê de nûçegihanî, edîtorî, şeftiya sendîkayê, midurê nûçeyan û midurê karê nivîsan kiriye.