Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan 2023-12-02 12:24:56   RIHA -  Abdurrakîp Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'an a Rihayê ku lê dihat ragirtin, hate berdan.    Abdurrakîp Yuksekbag (56) ê 30 sal in girtî bû li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'an a Rihayê ku lê dihat ragirtin, hate berdan. Yuksekdag di 2’yê kanûna 1993’an de, ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû binçavkirin û ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê cezayê muebetê lê hatibû birîn. Yuksekbag ê di 26 saliya xwe de ketibû girtîgehê, bi rêzê di girtîgehên Sêrt, Xarpêt, Amed, Sêwereg, Êlih, Îzmîr û Semsûrê de ma. Yuksekbag, li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'an a Rihayê ku herî dawî lê dihat ragirtin, hate berdan.    Tevî malbata Yuksekbag, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Ocalan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk û HEDEP’ê û gelek kes bi çepik û tilîliyan Yuksekbag li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Yuksekbag spasiyên xwe pêşkeşî kesên hatine pêşwazîkirinê kir û ber bi bajarê xwe Sêrtê ve bi rê ket.