Rêvebereke din ê rêxistina sûc li Stenbolê hate girtin 2023-12-03 09:36:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberekî rêxistina sûc ku Interpol bi bultena şîn lê digeriya li Stenbolê hate girtin.    Ji rêveberên rêxistina sûc a biorganîze “Thieves in Lawê” Shamil Amirov ku Interpol bi bûltena şîn lê digeriya û li Rûsyayê çalak e, li Stenbolê hate girtin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku Amirov hatiye girtin.    TIRKIYE VEGUHERÎ NAVENDA RÊXISTINÊN SÛC    Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberê çeteya hişbirê Christijan Palic û rêveberê çeteya tiryakê ya “Kompanio Belloyê” Dritan Rexhepi ku Îtalya û Albanya bi bûltena sor lê digeriyan jî îsal li Stenbolê hatibû girtin.