Yuksekbag û Okali ên bi hev re hatibûn girtin piştî 30 salan bi hev re hatin berdan 2023-12-03 13:42:04 AMED - Tekyedîn Yuksekbag û Faysal Okali ku bi hev re li Sêrtê hatibûn girtin, piştî 30 salan bi hev re hatin berdan.    Tekyedîn Yuksekbag (51) û Faysal Okali (52) di sala 1993’yan de li navçeya Hawêl a Sêrtê bi hev re hatibûn girtin û piştî 30 salan hatin tehliyekirin. Girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Amedê hatin berdan, ji hêla gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin.    Li gel malbatan, her wiha endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û gelek kesên din ji bo pêşwazîkirina girtiyan hatin pêşiya girtîgehê. Her du girtî jî bi çîçekan hatin pêşwazîkirin û kevok hatin firandin.    Yuksekbag û Okali, piştî pêşwazîkirinê li gel malbatên xwe ber bi navçeyên Misircê ya Sêrtê ve ketin rê.