Şîna Azad Satilmiş ê cenazeyê wî di qutiyê de hatibû dayîn bi girseyî hat ziyaretkirin 2023-12-03 14:48:11   WAN - Şîna Azad Satilmiş ku cenazeyê wî di qutiyeke qartonê de radestî malbata wî hatibû kirin bi girseyî hate ziyaretkirin.    Endama YJA Starê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) û endamê HPG’ê Azad Satilmiş (Azad Zagros) di pevçûneke 14’ê îlona 2018’an a li çoltarê Çiyayê Kato Marûnîs ê Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan. Bi salan piştre cenazeyên wan di qutiyên qarton de radestî malbatên wan hatin kirin. Elçîçek li Hezex a Şirnexê û Satilmiş jî li gundê Reşka yê navçeya Qelqelî ya Wanê hate definkirin.    Ji bo Satilmiş, li Taxa Îskele ya navçeya Tûşba ya Wanê şîn hate danîn. Endamên MEBYA-DER, TJA, Dayikên Aştiyê, TUHAY-DER, DBP, Parlamentera HEDEP’ê Gulderen Varli û endamên Meclisa Ciwanan bi girseyî çûn serdana şîna Satilmiş.    Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Enver Taş di serdanê de sersaxî ji malbatê xwest û wiha got: “Em ê li ser şopa kesên ji bo Kurdistanê têkoşiyayîn bin.” Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat jî sersaxî xwest û got ku wan ji bo bidawîkirina zilma li ser gelê kurd li ber xwe dane û canê xwe feda kirine.