Rewşa Makbûle Ozer dê sibe zelal bibe 2023-12-03 14:59:51   WAN - Rewşa Makbûle Ozer a 81 salî ku ATK’ê derheqê wê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû dê sibe diyar bibe.    Bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê li Makbûle Ozer a 81 salî hatibû birîn û di 9’ê gulana 2022’yan de hatibû girtin. Piştî cezayê wê ji bo salekê hate taloqkirin, di 7’ê îlona 2022’yan de hatibû berdan. Hêj nediyar bûye bê ka Ozer a 81 salî careke din bikeve girtîgehê yan na.    Saziya Tipa Edlî (ATK9 derheqê Ozer de raporeke nû amade kir û îdia kir ku “dikare di girtîgehê de bimîne.” Hat ragihandin ku bi rapora nû re dê Ozer dîsa bikeve hefsê. Malbat û parêzerên Ozer ji bo nekeve girtîgehê serî li dozgeriyê dan.    Têkildarî mijarê me bi keça Ozer, Naîme Ozer re hevdîtin kir. Ozer, diyar kir ku dê Serdozgeriya Komarê ya Wanê biryara xwe jinûve binirxîne. Ozer, wiha got: “Dozgeriyê ji me re got; ‘sibe nebin girtîgehê.’ Dê biryar jinûve bê nirxandin. Yan dê bibêjin bila bikeve hefsê yan jî dê dîsa bişînin ATK’ê. Dê biryar sibe bê dayîn.”