Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin 2023-12-04 12:14:45 AMED/MÊRSÎN - TUAY-DER’ê û Şaxa Çukurova TUAY-DER’ê ya Mêrsînê li dijî tecrîda li Îmraliyê li Amed û Mêrsînê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di heman demê de ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin banga bilindkirina deng li raya giştî kir.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 8’an de berdewam dike. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin.    Çalakiya nobetê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate destpêkirin. Têkildarî nobetê li Şaxa TUAY-DER a Amedê daxuyanî tê dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn.    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat bertek nîşanî polîsên hewl didan daxuyaniya li pêşiya komeleyê asteng bikin da û diyar kir ku dê li her devera komeleya TUHAD-FED’ê lê heye nobetan bidin destpêkirin. Canpolat, wiha domand: “Em tevek niha di tecrîdê de ne. Dîmenê îro jî vê rastiyê nîşan dide.”    Bi domdarî Canpolat anî ziman ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir dengê xwe derxîne dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigere. Hêj grevên birçîbûnê neketin merheleyeke xeternak divê em bêhtir bibin dengê girtîgehan.”    Di berdewamê de Canpolat ev tişt anî ziman: “Li gorî me sedema temamiya xitîmînên heyî, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re, bi malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Li gorî me dê ev yek di mijarên aborî, siyasî û derûnî de bandoreke erênî bike. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in. Got; ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin. Ev gotin, pir girîng e. Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin. Her 3 rojan carekê dê nobet were dewrkirin.”    Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.    Piştî daxuyaniyê jî nobet dest pê kir.    Şaxa Çukurova TUHAY-DER a Mêrsînê li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Mêrsînê Perîhan Koca û alî Bozan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi zimanên kurdî û tirkî pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Hevserokê Şaxa Çukurova TUHAY-DER’ê ya Mêrsînê Ergîn Altuntaş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan 24 sal in bênavber di tecrîdê de tê ragirtin û îşkencekirin. Di van 33 mehên dawî de jî tu agahî jê nayên girtin. Li Girtîgeha Îmraliyê tevahiya normên hiqûqa navxweyî û navneteweyî hatine binpêkirin û veguheriya navenda îşkenceyê. Abdullah Ocalan vîna bi milyonan kesa ye û vê tecrîdê girêdana xwe bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye. Em, xwedî li greva birçîbûnê ya li 104 girtîgehan hatiye destpêkirin derdikevin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji bilî vê tu şenseke din a aştiyeke birûmet û çareseriyê ya gelên Tirkiyeyê nîne.”    ‘EM LI DORA ÇALAKIYAN BIBIN YEK’   Bi domdarî Altuntaş çalakiyên greva birçîbûnên yên salên berê ku encamên trajîk bi xwe re anîbûn bi bîr xist û bang li hemû derdorên demokratîk û welatparêz kir ku ji bo dengê li girtîgehan bilind dibe tev li berxwedana demokratîk bibin.    Piştî daxuyaniyê, girse ji bo çalakiya Nobeta Edaletê derbasî avahiya komeleyê bû. Parlamentera HEDEP’ê Perîhan Koca di nobetê de axivî û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, divê Abdullah Ocalan azad bibe. Koca, bang li her kesî kir ku li dora çalakiyê bibin yek.