Parlamenter Hun ji bo girtiyê nexweş ê 75 salî Elbî serî li Meclisê da 2023-12-04 14:49:51   ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê yê Îdirê Yilmaz Hun bi daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 75 salî Ferzende Elbî serî li Serokatiya Meclisê, Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Îdirê Yilmaz Hun ji bo taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 75 salî Ferzende Elbî ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, serî li Serokatiya Meclisê, Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da. Hun di daxwaznameya xwe de destnîşan kir ku Elbî di “pêvajoya guftûgoyê” de ku bi hewldanên mezin ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di nava kesên aqilmend de cih digirt. Hun, diyar kir ku pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Elbî hene û rewşa wî roj bi roj girantir dibe.    ‘HER TIM XWÎN JI POZÊ WÎ TÊ’   Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ji ber tansiyona bilind Elbî nobetan derbas dike û wiha got: “Her tim xwîn ji pozê wî diçe. Ji ber vê rewşê felcê lê da. Ev 5 meh in li ser kursiya biteker diçe hevdîtinên bi parêzer û malbatê re. Fetqa wî ya rûviyan heye û divê emeliyat bibe lê emeliyata wî ev saleke tê taloqkirin. Nexweşê KOAH’ê ye û beriya niha jî anjiyo bûbû. Di heman demê de nexweşiyên wî yên weke şekir, bronşît û nexweşiyên kezebê hene. Her wiha li ser gurçikên wî kîst hatine tespîtkirin û di bin her du milên wî de girikên bezê çêbûne. Ji malbat û parêzerê wî re hate ragihandin ku ji ber vê rewşê pir diêşe.”    ‘TAVILÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’    Di serlêdanê de hat gotin ku mafê tedawiyê yê Elbî tê astengkirin û wiha bi dawî bû: “Ji ber van sedeman, berpirsyartiya we ya mafê jiyanê dîsa bi bîr dixim. Dixwazin ku înfaza Elbî were taloqkirin, mafê wî yê tedawîkirinê bê bicihanîn û ji bo vê hûn tavilê bikevin nava tevgerê.”