Bertek nîşanî biryara demborînê dan: Çanda necezakirinê êdî kirine polîtîka 2023-12-04 15:44:11   KIRIKKALE - Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin. Hiqûqnasan bertek nîşan dan û gotin ku çanda necezakirinê êdî veguherandine polîtîkayekê.    Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Til ê Mûşê avahiyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind, doz jinûve hatibû destpêkirin. Danişîna biryarê ya Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin. Dadgehê, bi hinceta demborînê biryara betalkirina dozê da.    Piştî danişînê, hiqûqnasan li pêşiya Edliyeya Kirikkaleyê daxuyanî dan. Aysel Ogut ku tenê ew ji komkujiyê rizgar bûbû û hevjînê wê Abdullah Ogut, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HEDEP’ê Nûray Ozdogan, endama MYK’a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, nûnerên Navenda Hafizeyê, ji parêzerên dosyayê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û endamên Baroya Enqereyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li daxuyaniyê bûn.    ‘ÇANDA NECEZAKIRINÊ VEGUHERANDIN POLÎTÎKAYÊ’    Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk di daxuyaniyê de axivî û got ku di sala 2013’an de dozek hate vekirin lê di nava 10 salên dawî de sirgûnî Kirikkaleyê hatiye kirin. Karaçelîk, wiha domand: “Ev 10 sal bûn li edliyeya vî bajarî em li pey edaletê bûn. Lê biryareke nû hate dayîn. Biryar hate dayîn ku ji ber demborînê dosya hatiye betalkirin. Lêgerîneke baş nehat kirin. Şexs nehat girtin. Çanda necezakirinê veguherandin polîtîkayê.”     ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NAKEVE BER DEMBORÎNÊ’    Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî diyar kir ku Vartînîs kurd bû û malbatek hatiye qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Sûcê li dijî mirovahiyê nakeve ber demborînê. Dosyayeke ku diket ber demborînê, hate betalkirin û bi polîtîkaya necezakirinê re rû bi rû ma.”