Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin 2023-12-04 16:15:59   AMED -  Keyayê bi navê Yilmaz Koca li Amedê bi awayekî kuştî hate dîtin. Hat îdiakirin ku Koca întîhar kiriye.    Keyayê gundê Şêxan Dede yê navçeya Çermûg a Amedê Yilmaz Koca, hinek dûrî mala xwe di bin konê ku sewalên xwe lê dihêlan bi awayekî kuştî hate dîtin. Li gorî îdiayan; Koca ji bo alifî bide sewalên xwe çû konê. Koca demekî dirêj venegeriya malê û endamên malbatê jî ketin nava gumanan. Dema endamên malbatê di saetên serê sibehê de çûn konê, dîtin ku guleyek li serê Koca ketiye û miriye.    Li ser îxbarê, komên tenduristiyê û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Koca jiyana xwe ji dest daye. Ji bo “Mirina teqez” a Koca, cenazeyê wî şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.    Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku Koca bi çeka xwe întîhar kiriye.