Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn 2023-12-04 19:34:37   COLEMÊRG – Li Sedat E. ku li Geverê 6 salan bi awayekî sîstematîk dest dirêjî D.E.yê kiribû, ji sûcên "îstîsmara zayendî" û "bêparkirina ji azadiyê" 17 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Derket holê ku di sala 2014’an de li gundekî navçeya Gever a Colemêrgê zaroka 13 salî D.E. 6 salan bi awayekî sîstematîk rastî destdirêjiya pismamên xwe Îsa E. û Sedat E. yên cerdevan hatiye. Di danişîna 6'an a dozê de li Sedat E. 8 sal û 4 meh ceza hat birîn. Lê Dadgeha Îstinafê ya Erziromê cezayê hatibû birîn xera kir û biryar da ku doz ji nû ve bê lidarxistin.    Danişîna 10'an a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat lidarxistinç Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Coelmêrgê û endamên Rêxistina HEDEP'ê ya Geverê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzer tevli danişînê bûn. Lê kiryar Sedat E. tev li danişînê nebû.    Piştî parastinan heyeta dadgehê bi sûcê "îstismara zayendî" 12 sal û 6 meh û bi sûcê "bêparkirina ji azadiyê" 5 sal ceza li Sedat E. birî. Her wiha heyetê biryar da ku kiryar Sedat E. bê girtin. Ji xeynî vê heyeta dadgehê çendî Sedat E. tevli tu danişînan nebûye jî ji 6 parêzên ceza parek jê kêm kir.