Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike 2023-12-05 16:57:28   NAVENDA NÛÇEYAN - TUAY-DER’a Wanê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan Nobeta Edaletê da destpêkirin. Çalakiyên li Amed, Mêrsîn û Edeneyê jî bi tevlibûnan berdewam dike.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin û çalakî di roja 9’an de berdewam dike. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwan re (TUAY-DER) ya Amedê û TUAY-DER’a Çûkûrovayê û TUHAY-DER’a Edene Akdenîz jî ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin. Nobeta Edaletê bi tevlibûnên nû berdewam dike. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê jî dest bi Nobeta Edaletê kir.    WAN   TUAY-DER’a Wanê bi dirûşmeya “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” dest bi Nobeta Edaletê kir. Beriya destpêkirina nobetê Parlamenterên HEDEP’ê Gulderen Varli û Mehmet Kamaç, malbatên girtiyan, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, Meclîsa Ciwanan, saziyên çand û huner û gelek kes ji bo daxuyaniyê bidin li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê hatin li bahev. Polîsan girse dorpêç kir û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda daxuyanî bê dayîn.    Girse li ser vê yekê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” derbasî avahiya DBP’ê ya Wanê bûn. Li vê derê pankarta “Ji bo aştiya civakî deng bidin girtîgehan, ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin” hat daliqandin. Girseyê li avahiya DBP’ê çalakiya “Nobeta Edaletê” da dest pê kirin. Li vê derê Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr axivî. Edîbe, bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ku li girtîgehan dest pê kiriye û wiha got: “Ji ber ku gelê me yê li derve û em pêywira ku dikeve ser milên me pêk neanî, ev bar ser milên hevalên me yên girtî man. Divê gelê me û hemû saziyên me ji vê şûnde vê barê hilgire ser milên xwe. Divê Wezîrê Dadê daxwaza hevalên me bi cih bîne. Pêwîste demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û tecrît bê rakirin. Di girtîgehan de tecrîdek giran heye û em wek malbat vê tecrîdê qebûl nakin. Em bang hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya nobeta edaletê. Çalakiya me ya ku heta 15’ê Sibatê berdewam bike bila hemû gelê me bê piştevahiyê nîşan bide.”   MÊRSÎN    TUAY-DER’a Çûkûrovayê jî Nobeta xwe ya Edaletê îro domand. Nobeta li avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê hate girtin, Dayikên Aştiyê, parlamenterê partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bozan, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn.    Di çalakiyê de peymana girtî Erhan Kaya ku li Girtîgeha Bunyana Qeyseriyê di çalakiyê de ye hate xwendin. Yek ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren, diyar kir ku heta ku Ocalan û girtî azad nebin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Ev bar li ser milê her mirovekî ye, em dixwazin vê tecrîdê rakin. Heta ku serokê me azad nebe em nikarin azad bibin.”   Rêveberê HDP’a Mêrsînê Sedat Akbay ê pişt re axivî jî serpêhatiya xwe ya dema li Girtîgeha Hejmara 5’an a Zindana Amedê vegot. Akbay, bal kişand ku gel li çalakiya greva birçîbûnê ya li Zindana Amedê hatibû destpêkirin xwedî derketibû û ji ber vê yekê encam girtibû. Akbay, destnîşan kir ku divê çalakiya greva birçîbûnê ya li 106 girtîgehan hatiye destpêkirin ji aliyê raya giştî ve xwedî lê bê derketin.    Nobeta Edaletê bi stranên jinan berdewam kir.    EDENE   TUAY-DER’a Edene Akdenîz jî Nobeta xwe ya Edaletê ya ji bo piştevaniya bi girtiyan re dane destpêkirin domandin. Nobeta li avahiya TUAY-DER’a Edene Akdenîzê hate girtin Dayikên Aştiyê, TJA, DBP, HEDEP, HDP û gelek kes lê amade bûn.    Hevseroka HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk a di nobetê de axivî, bi lêv kir ku divê ji bo aştiyê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Efeturk, bal kişand binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bang li rayedaran kir ku binpêkirinên mafan bên bidawîkirin.    AMED    Li Amedê Jî Nobeta Edaletê ya TUAY-DER’ê da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir.    Çalakiya nobetê li avahiya HEDEP’a Rêzanê hate lidarxistin. Dengbêj Yûsûf Gocxwarî, dengbêj Naîf ên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Meclisa Dayikên Aştiyê bi armanca piştevaniyê tev li nobetê bûn. Dengbêjan kilam gotin. Dayikên Aştiyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav kirin û ji bo wan dua kirin.    Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.