Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin 2023-12-05 17:18:23   ÎZMÎR - Cenazeyê Cemal Tanhan ê piştî li ber mirinê hate berdan, jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.    Girtiyê nexweş Cemal Tanhan (68) ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, piştî ku felc bû di 23’yê cotmehê de rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê û di 27’ê cotmehê de jî sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Tanhan, di 6’ê mijdarê de hate tehliyekirin, piştî 43 rojan duh jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Tanhan îro li Goristana Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê hate veşartin. Dayikên Aştiyê nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes tev li merasîma cenaze bûn. Tanhan li ser wesyeta xwe li kêleka gora kurê xwe Mûrat Tanhan ê di sala 1997’an de ji aliyê komeke nijadperest ve li Îzmîrê hatibû qetilkirin hate veşartin. Di merasîma cenaze de her tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mahsûm Koç ê di merasîmê de axivî, anî ziman ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û wiha got: “Em raziyî vê nabin, em van polîtîkayên li ser gelê kurd tên meşandin qebûl nakin.”   ‘BILA EV ZILME BI DAWÎ BIBE’    Keça Cemal Tanhan, Ayşe Tanhan jî bi bîr xist ku bavê wê nêzî 30 sal in di girtîgehê de bû û da zanîn ku tevî ku di kezeba wî de girik hate tespîtkirin jî nehate dermankirin. Tanhan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bavê min bi zanebûn bi mirinê re rû bi rû hate hiştin. Dewletê bizanebûn ev yek kir. Divê mafê mirovekî bi vî awayî ji dest neyê girtin. Em li cihê ku gotin nemane ne. Bila ev zilm bi dawî bibe.”