Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir 2023-12-06 09:04:32 STENBOL - Gulîstan Aydin ku li nexweşxaneya dewletê ji bo emeliyata çavan 60 hezar TL pere jê hat xwestin, îdia kir ku ji ber ku gotiye ew ê nikaribe bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê heqê emeliyatê bide, bijîşk heqaret lê kiriye û personelê ewlehiyê jî ew derxistiye derve. Aydinê giliyê bijîşkê navborî kir.    Gulîstan Aydin (59) ku li navçeya Avcilar a Stenbolê dijî, di 23'yê mijdarê de ji ber nerihetiya çavên xwe çû Nexweşxaneya Dewletê ya Avcilarê ya Mûrat Kolûkû cem bijîşk B.E. Aydinê îdia kir ku rastî tundiya devkî ya bijîşk B.E. û heqaretên wî hatiye. Aydinê vê yekê ragihand Yekeya Mafên Nexweşan a Nexweşxaneyê û di 29'ê Mijdarê de jî çû Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê û giliyê bijîşk kir.    Aydinê ku tiştên hatine serê wê ji MA'yê re bilêv kirin, go: “Ez ji bo şîfayê çûm cem bijîşk, lê wî heqaret li min kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ez dozdarê bijîşk B.E. me."    TU 60 HEZAR TL'YÎ BIDÎ TU YÊ BIDÎ ÇÊKIRIN!   Aydinê anî ziman ku li nexweşxaneya ku çûye ji aliyê bijşkê çavan B.E. ve hatiye muayenekirin û got ku teşxîsa kataraktê hatiye danîn. Aydinê tiştên ku qewimîn wiha vegotin: “Doktor B.E. Piştî muayeneya min, ji bo emeliyatê barkod da min. Dema ku ez ji ser maseyê radibûm, min got, 'Bijîşk, divê ez tiştekî ji te bipirsim.' Hin nasên min dibêjin ku hûn dikarin lensan bi kar bînin da ku berçav neyê bikaranîn piştî emeliyatê. Ez jî dixwazim lensan bi kar bînim û ji mercekan xilas bibim, hûn çi pêşniyaz dikin? B.E. ji min re got, 'Eger pereyê te hebe, tu dikarî bidî çêkirin.' Min jî got got par li nexweşxaneya dewletê bihayê wê 30 hezar TL bû. B.E. ji min re got, '30'yê çi niha bûye 60 hezar lîre, ger tu 60 hezarî bidî dikarî bidî çêkirin.' Min jî got ew qas pereyê min tune ye, meaşê min ê teqawidbûyînê 7 hezar û 500 lî re ye û ez ê çaw abi vî pereyî çêbikim. Ji ber vê yekê min nexweşxaneya dewletê hilbijart, min got. Dema ku me bi asayî sohbet dikir, bijîşkji nişka ve bi rengekî nediyar êrişkar bû, barkoda ku dabû min hilda, çirand û avêt çopê û got 'hem pereyê te tune ye hem jî ehmeq î.'"   EW AVÊTIYE DERVE   Aydinê anî ziman ku bijîşk jî ji ber ku wê lêçûna emeliyatê zêde dîtiye rabûye wê bikêmxistina dewletê sûcdar kiriye û wiha got: "Bijîşk bi got 'tu dewletê biçûk dixî, ji odeya min derkeve.' Min jê re got, min tu kesî biçûk nexistiye û heqaretê li min dike. Li wir nexweşên din jî hebûn, şahid in. Lê bijîşk bi israr xwest ez ji odeyê derkevim û bi rêya ewlehiya nexweşxaneyê ez derxistim derve, tevî ku ez bi tu awayî bi fîzîkî nêzî wî nebûm jî. Ew mîna ku ez êrişkar bûm tevgeriya. Li ber çavê her kesî heqaret li min kir û ez gelekî rencîde kirim. Ez dewadar im."    Aydinê anî ziman ku piştî nîqaşan ew çûye Yekîneya Mafên Nexweşan û giliyên xwe nivîsandiye û piştre jî hevdîtin bi ser bijîşkê nexweşxaneyê re pêk aniye lê tu encam bi dest nexistine. Aydinê diyar kir ku dema ji nexweşxaneyê derketiye rewşê ragihandiye 184 Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê jî û wiha got: “Wezareta Tenduristiyê 2 caran serî li min vegeriya. Got, 'Em gelek xemgîn in, derbasî be. Em li ser van mijaran semîneran didin bijîşkên xwe.' Bijîşk heqaret li min kir û xwest berê meseleyê bid ecihekî cuda. Tu eleqeya vê bi bijîşktiyê, bi mafên nexweşan re nîn e."   NEXWEŞXANE: EM NIKARIN TU AGAHIYÊ BIDIN   Têkildarî van îdiayên Aydinê em bi rêya telefonê li nexweşxaneya navborî heriyan. Rayedarên Yekeya Mafên Nexweşan a Nexweşxaneya Mûrat Koluk a Avcilarê gotin ku ew nikarin têkildarî mijarê de tu agahiyan bidin.    MA/ Esra Solîn Dal