Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2023-12-06 11:01:31   MÊRSÎN - Di encama serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de endamê PM’a HDEP’ê Alî Bîlen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bîlen û welatiyên bi navên Demet Gokalp, Abdullah Çapar, Cîhan Beyhan û Medenî Tutmaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat diyarkirin ku binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê. Dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.