Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê 2023-12-06 11:20:03   ENQERE - Sefîrtiya Japonyayê ya li Tirkiyeyê daxuyand ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê nehatiye derxistin û got: “Di polîtîkayên hikûmetê de têkildarî vê mijarê tu guherîn nînin.”   Ajansa Îstîxbaratê û Ewlehiyê ya Cemaweriya Japonyayê (PSIA) li ser malpera xwe ya fermî PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxistibû. Sefirtiya Japonyayê ya Tirkiyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Di Ajansa Îstîxbaratê û Ewlehiyê ya Cemaweriya Japonyayê (PSIA) ku roja derbûsbûyî hate nûkirin de rûpela behsa xeberê niha hatiye jêkirin. Hikûmete Japonyayê ji sala 2002’yan heta niha PKK xistiye lîsteya rêxistinên terorê û tevdîrê datîne ser malên rêxistinên bi vî awayî. Her wiha çalakiyên PKK’ê jî şermezar dike. Di polîtîkayên hikûmeta Japonyayê yên têkildarî vê mijarê de tu guherîn nînin.”