Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin 2023-12-06 12:37:47   DÎLOK - Rojnamevan Îrfan Ûçar, bi serdegirtina mala xwe ya li Dîlokê hate binçavkirin.    Rojnamevan Îrfan Ûçar, di saetên serê sibê de bi serdegirtina mala xwe ya li gundê Kerkût ê girêdayîn navçeya Islahiye ya Dîlokê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Ûçar birine navenda Dîlokê. Der barê binçavkirinê de tu agahî nehatin dayîn.    Ûçar beriya salekê ji bo li dayik û bavên xwe yên pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene binêre dest ji rojnamevantiyê berdabû û li cem malbata xwe bi cih bibû.