Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin 2023-12-06 13:42:55   ŞIRNEX - Amirê polîsan Sirri Erdogan ku bi wesayîtê da ser parêzer Serkan Karakaş û birîndar kir, bi sûcê “Bi qesdî hewl da bikuje” tê darizandin. Tevî du raporên “dikare ceza lê were birîn” jî dadgehê biryara da ku bersûc cara sêyemîn sewqî ATK’ê bê kirin.   Amirê polîsan Sirri Erdogan di 10’ê nîsana 2022’yan de bi wesayîta xwe da ser parêzerê Baroya Şirnexê Serkan Karakaş û bi giranî birîndar kir. Derheqê bersûc Erdogan de bi sedemên “Bi qesdî hewl da bikuje” û “ziyan gihandiye mal” du dozên cuda hatin vekirin. Danişînên dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hatin lidarxistin.    Ji ewil danişîna doza cemaweriyê ya ji ber sûcê “ziyan gihandiye mal” hat lidarxistin. Li gel bersûc Sirri Erdogan, parêzer Serkan Karakaş û hevalê wî O.D. ku di dema bûyerê de li cem wî bû di danişînê de amade bûn.    KIRIN YEK DOSYA   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji ewil li O.D. hate guhdarîkirin ku xwediyê wesayîtê ye. O.D. got ku dema bersûc li wesayîtê xistî ew jî di wesayîtê de bû û bi xetereyeke mezin re rû bi rû ma ye. O.D. diyar kir ku diviyabû di doza cemaweriyê de sûcê “Birîndarkirina biqesdî” jî hebûya. Bi domdarî O.D. got ku ji bersûc gilîdar e û xwest weke mexdûr tev li dosyayê bibe.    Bersûc jî îdia kir ku ji ber bûyerê xemgîn e, nexwestiye zirarê bide tu kesî û di roja bûyerê de hişê wî li serê wî nebû.    Şandeya dadgehê biryar da ku doza ji ber sûcê “ziyan gihandiye mal” û doza “Biqesdî hewl da bikuje” kir yek dosya.    ‘BERSÛC HEWL DA MIN BIKUJE’   Piştî biryara yekkirina dosyayê, parêzer Serkan Karakaş axivî û ev tişt anî ziman: “Di êrişê de ez bi giranî birîndar bûm û 3 caran emeliyat bûm. 3-4 mehan di nava nivînan de bûm. Salek û nîv e tedawiya fîzîkê dibînim. Di laşê min de xesarên mayînde çêbûn. Di demên pêş de divê dîsa emeliyat bibim. Bersûc bi zanebûn hewl da min bikuje. Piştî li min xistî, heman tişt dîsa domand. Piştî li min xistî hate cem min û piştî ku dît kesekê din li cem mine, çû. Dixwazim bersûc bê girtin.”   Parêzerê Karakaş, Samet Ataman jî bi bîr xist ku Saziya Tipa Edlî (ATK) di demên berê de du caran rapor amade kiriye û gotiye; “dikare ceza lê were birîn.” Ataman, got ku li gorî delîlên heyî û îfadeyê bersûc ê li dozgeriyê, bersûc hewl daye miwekîlê wî bikuje û xwest were girtin.    Dozger jî xwest ku kêmaniyên di mutalaaya xwe de temam bike û tevdîra kontrola edlî ya ji bo bersûc bidome.    AMIRÊ POLÎS CARA SÊYEMÎN SEWQÎ ATK’Ê HATE KIRIN    Şandeyê jî navberekî kin da danişînê û bi îdiaya delîl hatine komkirin û gumana reva bersûc nîne, daxwaza girtina bersûc red kir. Şandeya dadagehê tevî du raporên ATK’ê ku dibêje “dikare ceza lê were birîn” jî, careke din ji bo were tespîtkirin bê ka “ceza dikare li bersûc were birîn an na” biryar da ku ji ATK’ê rapor were xwestin.    Dadgehê, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişîn taloqî 20’ê adara 2024’an kir.