Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn 2023-12-06 17:06:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin ragihandin ku tev li greva birçîbûnê bûne û wiha gotin: “Heta ku tecrîda li Îmraliyê hebe dê demokrasî, aştî, mafên mirovan û azadiyên welêt û gelên me jî tecrîdkirî bin.”    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê jî ragihandin ku tev li çalakiyê bûne.    Jinên girtî peyamek bi raya giştî re parve kirin û wiha gotin: “Komara Tirkiyeyê ku sedemîn damezirandina xwe pîroz dike, bi saya berxwedan û bedelên mezin a gelên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê hate avakirin. Lê belê hêzên hundir û derve yên hegemonîk komar neçarî xwe kirin û di nava zîhniyeta yekperest-neteweperest de fetisandin û welatê me veguherandin girtîgeha gel û mafan. Hêzên kapîtalîst ên rojavayî ji bo serdestiya xwe ya li Rojhilata Navîn, TC neçarî xwe kirin. Ji bo vê yekê jî Peymana Lozanê ku belgeya destûrdayînê ya pişaftin û parçekirina kurdan e diyarî T.C.’ê kirin.    Gel, welatparêz, şoreşger, dostên hawirdorê, misilmanên dij-kağîtalîst, dij-emperyalîst û rast, zarokên rewşenbîr ên welêt ên di avakirina komarê de cih girtin, ji bo komar demokratîk bibe û rêzê ji mafên mirovan re bigire ev sed sal in bedelekî giran didin û li ber xwe didin. Yek ji van zarokên welêt jî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e.    EV PEYWIRA ME TEVAN E   Birêz Abdullah Ocalan ev 25 sal in li dijî tecrîda girankirî berxwedaneke bêhempa raber dike. Birêz Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina trajediyên di şerê Îsraîl-Filistînê de ku tevahiya cîhanê rakiriye ser pêyan, ji bo xwişk-biratiya gelên Rojhilata Navîn projeya ‘Yekitiya Gelên Rojhilata Navîn’ pêş xist, nexşerê diyar kir û pêşkeşî raya giştî ya Tirkiye û cîhanê kir û dike. Ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dide. Hêzên navneteweyî yên ku birêz Ocalan bi komployê girtin, 25 sal in di tecrîdê digirin û ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ ava kirin, ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê weke qada şer a gelan bihêlin dixwazin birêz Ocalan bêbandor bikin. Notirvaniya Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê jî dane dewleta T.C. Ev tecrîd, li tevahiya welêt, gelên me û hêviya demokrasiyê tê kirin. Ji bo ku pirsgirêka kurd a ku T.C.’ê mehkûmî neçareseriyê dike û dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn neyên çareserkirin zindî tê hiştin, ev projeya siyasî hatiye pêşxistin. Ev tecrîda behsa xeberê heta binpêkirina qanûnên T.C. û navneteweyî ye jî. Sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Yên ku vê pergalê didomînin jî ev hêz bi xwe ne.    Heta ku ev tecrîd bidome dê tu destûreke bingehîn li welêt çênebe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk divê tecrîd rabe. Ji bo vê jî banga me ya ji bo tevahiya mirovahiyê ew e ku ji bo rakirina tecrîdê tavilê peywira xwe pêk bînin. Ev yek, peywira me tevan e.    LI GORÎ ME DÊ BIGIHE ARMANCA XWE   Em weke jinên girtî yên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ ku we gelê me yê welatparêz-şoreşger-demokrat daye destpêkirin pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku dê bigihije armanca xwe. Ji bo piştgiriya bi pêngavê re em jî çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger didin destpêkirin.    Heta ku tecrîda li Îmraliyê hebe dê demokrasî, aştî, mafên mirovan û azadiyên welêt û gelên me jî tecrîdkirî bin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome dê tecrîdkirina Rojhilata Navîn jî bidome. Tecrîdê bi dawî bikin! Bijî têkoşîna gelên me ya aştî, demokrasî û azadiyan.”