Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan 2023-12-06 22:12:04   NAVENDA NÛÇEYAN –  Li ser medyaya sanal gelek kesan bi etîketa “#DirenişTecridiYenecek” banga "Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Em dibin dengê wan. Tu jî bibe dengê wan" kirin.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, li gelek girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê girtî di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Li ser medyaya sanal ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan bang hat kirin.    Li ser X'ê bi etîketa “#DirenişTecridiYenecek” parlementer, rêxistinên hiqûqê û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de gelek kesan wêneyên li ser "Bi hezaran girtî li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne. Bibe dengê wan" nivîsandî, banga "Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Em dibin dengê wan. Tu jî bibe dengê wan" kirin.