‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe' 2023-12-07 09:12:52     ERZIROM - Nûnerên partiyên siyasî yên Erziromê û aktîvîstên TJA'yê diyar kirin ku deriyê Îmraliyê bi têkoşînê dikare bê vekirin û gotin: "Pêwîst e her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest be."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin 33 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta "cezayên disiplînê" tên astengkirin. Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10’ê cotmehê de ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li qada navneteweyî hatibû destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Greva birçîbûnê ya dorveger ku 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir, li 106 girtîgehan didome û li Amed, Mêrsîn, Wan û Edeneyê jî ji bo piştgiriya bi girtiyan re çalakiyên Nobeda Edaletê hatin destpêkirin.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Erziromê Turkan Sumbul, endamê HEDEP'ê Mehmet Koçak, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ramazan Karakaş û aktivîsta Tevgera Jinên Azad Mehtap Demîrkaya têkildarî tecrîdê axivîn.    ‘ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E'   Hevserokê DBP’ê yê Erziromê Ramazan Karakaş diyar kir ku tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd tê sepandin û got: “Ev tecrîd li ser her kesî tê sepandin. Ji bo pirsgirêkên li welat bên çareserkirin, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û bigihê azadiya xwe ya fîzîkî. Ji bo rakirina tecrîdê bi hefteyan meş, Nobeda Edaletê û daxuyaniyên çapemeniyê tên lidarxistin. Aştî û aramî ancax bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e."   ‘ME PEYWIRA XWE BI CIH NEANÎ'   Hevseroka HEDEP'ê ya Erziromê Turkan Sumbulê jî diyar kir ku 33 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û ev yek fikar li wan peyde kirine û wiha got: “Mafên herî xwezayî yên mirovan tên astengkirin û desteserkirin. Ev rewş neheqiyeke mezin e. Wekî civak ji bo şikandina tecrîdê erk û berpirsyariyên me hene. Em kêm man û me peywira xwe bi cih neanî."    ‘OCALAN RÊBEREKÎ GERDÛNÎ YE'   Endamê HEDEP'ê Mehmet Koçak jî çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê tên lidarxistin bi bîr xistin û got: “Li kolanan hê nû hin gav tên avêtin. Li girtîgehan mirov bedena xwe didin ber birçîbûnê. Ev tê wateya ku birêz Ocalan vîna me hemûyan e. Ocalan wekî Karl Marx, Lenîn û Mao rêberekî gerdûnî ye. Lewma pêwîst e her kes li dijî vê tecrîdê xwedî helwest be. Em azadiya fizîkî ya Ocalan dixwazin."   ‘EM XWEDÎ LI GIRTÎGEHAN DERKEVIN'   Aktîvîsta TJA’yê Mehtap Demîrkayayê jî diyar kir ku divê tecrîd ji civakê re bê ravekirin û got: “Îmralî di avakirina aştiya civakî de faktoreke girîng e. Pêdiviya gel bi aştiyê heye û ji bo vê jî pêwîstî bi şikandina tecrîdê heye. Ger em vê ji raya giştî re vebêjin, em dikarin bi ser bikevin. Li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin. Divê gelê me xwedî li çalakiya girtiyan derkeve û xwedî li çalakiyên xwe derkeve. Ger ev gel têbikoşe dê deriyê Îmraliyê dîsa vebe. Em jin, çi hewce be divê em bikin."