Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin 2023-12-07 19:14:16   ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari ku li Îzmîrê di civîna gel a partiya xwe de axivî, diyar kir ku ew ê hemû şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, ji nû ve bi dest bixin û got ku li bajarên Tirkiyeyê jî pêvajoya bernamzetiyê dane destpêkirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari, li navçeyên Menemen û Bayrakli yên Îzmîrê hin hevdîtin kirin. Heyeta ku di nav de Parlamenterên HEDEP'ê Burcu Gul Çubuk, Îbrahîm Akîn, George Aslan û Oznur Bartîn jî hebûn, ewil çû Taxa Asarlikê ya navçeya Menemenê.   Heyet ku di têketina taxê de bi konwoyan hat pêşwazîkirin, li taxê geriya û welatiyan silav kir. Piştî konwoyê, serdana dikandaêrn taxê hat kirin. Heyet li vir bi dikandaran re sohbet kir û guh li pirgsirêkên wan kir.    LI BAYRAKLIYÊ HEVDÎTINA GEL   Heyet piştre çû navçeya Bayrakliyê û li vir tev lic ivîna gel bû. Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari di civînê de axivî. Hatîmogûllariyê diyar kir ku piştî kongreya partiyê wan li hemû Tirkiye û Kurdistanê dest bi xebata jinûvesazkirinê kirine û got ku ne tenê ji bo xebatên hilbijartinê, ji bo ji nû ve avakirina HEDEP'ê jî tevdigerin.    TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Hatîmoglûlariyê bal kişand sertecrîda li Îmraliyê û got: "3 sal zêdetir e destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li ser vê yekê kampanya hat destpêkirin û me meşa Gemlîkê li dar xist. Niha jî greva birçîbûnê heye ku dê heta Sibatê bidome. Ev ji bo me cehdeke mezin a têkoşînê ye. Lê em bi israr in ku darbest ji hundir dernekevin û em ê li gorî daxwazên gelê kurd xebatên xwe bimeşînin. Pirgsirêka herî bingehîn a li ber demokratîkbûyîna welêt, pirsgirêka kurd e. Ji bo mesele bi rêya diyalog û rêyên demokratîk çareser bibe, em ê bitêkoşin. Bi plana çokşikandinê ya dewletê me bedêl dan, lê me serî netewand. Hemû cîhan têkoşîna gelê kurd a li 4 parçeyên Kurdistanê nîqaş dike. Gelê kurd ji zû de mafê statiyê bi dest xistiye. Niha gelê Filistînê tê qetilkirin. Hemû cîhan vê temaşe dike û Erdogan jî ji xeynî axaftinê tiştekî nake. Ger mueyîde be, nexwe bila hemûm peymanên bi Îsraîlê re bên betalkirin. Tiştên ku li Rojavayê diqewimin û yên li Filistînê diqewimin heman tişt in. Heya ku pirsgirêka Filistînê û ya kurdan neyê çareserkirin, ne pêkan e ku aştî bê Rojhilata Navînê. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin."   PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ   Hatîmogullariyê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên herêmî jî. Hatîmogûllariyê diyar kir ku ew ê hemû şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, ji nû ve bi dest bixin û got ku li bajarên Tirkiyeyê jî pêvajoya bernamzetiyê dane destpêkirin.    Hatîmogûllariyê destnîşan kir ku ew li ku bin dê li wir namzetiyê deynin û got ku ji bo rojavayê Tirkiyeyê jî startejiyeke ji bo serketinê ava dikin. Hatîmogûllariyê anî ziman ku ji xeynî bidestxistina hemû şaredariyên Kurdistanê tu rêyeke wan a din tune ye.