ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-08 09:00:22   * Parêzera endama OHD’ê Berîvan Bekçî anî ziman ku daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê ya “Ji Ocalan re aşitî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji daxwazên gel dûr nîn in û destnîşan kir ku divê civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê li çalakiyê xwedî derbikevin.     * Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de, "bangek e ji bo aştiya rewa û civakî."   * Hat diyarkirin ku di projeya înşaata "Avlû Mardînê" de ku li navçeya Artûklûyê tê çêkirin, plansaziya îmarê tune ye û nêrînên saziyan nehatine girtin.   * Parêzer Erhat Çîftçîler bal kişand ser du biryarên cuda yên ATK'ê yên der barê Makbûle Ozerê de û got ku ev biryar dê rê li ber mirina gelek mirovan veke.    * Fatma Becet, dayika Ayten Beçetê ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehê dawî li jiyana xwe anîbû, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "Em naxwazin ev bar tenê li ser milê girtiyan be."   * Sekreterê Maliyê yê Sendîkaya Hemû Malnişînan Huseyîn Demîrton diyar kir ku divê kedkar ji bo siberoja zarokan li hev kom bibin û ji bo beşdariya li mîtînga "Malnişînê Mezin" ku dê di 10'ê Kanûnê de bê lidarxistin, bang kir.    * Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok, bal kişand ser dijhiqûqiyên di danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û wiha got: “Beyanên îtîrafkaran ên di darizandina rojnamevanan de dikin hincet dijhiqûqî ne. Beyana îtîrafkarane ku pêdiviyê pê dibînin dema girtinê dirêj bikin. Heke beyanên îtîrafkaran nebin, ji xwe ew îdianame tescîla rojnamevaniyê ye.”   * Qeyûmê Şaredariya Bismilê tabelaya têketina Taxa Seletê ya “Hûn bi xêr hatin” jê kir û li şûna wê tebelayeke bi tirkî bi cih kir.    * Rojnameger Abdurrahman Gok ku ji doza jê dihat darizandin tehliye bû diyar kir ku baweriya wî ya bi heqîqetê didome û wiha got: “Ya ku dê dawî li faşîzmê bîne heqîqet e. Divê mirov di mijara heqîqetê de biisrar be.”    * Danişîna doza derbarê rojnamevan Berîtan Canozer de hatiye vekirin dê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna 44’emîn a Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * OHD, ÎHD û Baroya Rihayê dê li avahiya baroyê bi tevlibûna akademisyen Kerem Altiparmak bi mijara “di serdema otorîteya populîst de mafên mirovan” semînerekê li dar bixin. (11.00)   * Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin dê di roja 5’emîn de berdewam bikin. (11.00-18.00)   * Çalakiya dest ji berdanê ya karkerên Ozak Tekstîlê di roja 12’emîn de berdewam kir. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê li Stenbolê serdana Komeleya Lêkolînên Kurd û Alimên Olî bike û pişt re li Okmeydaniyê tev li civîna gel bibe. (13.00-16.00-19.00) ZINDΠ   *DÎSK têkildarî mûçeya kêmtirîn û bêedaletiya dahatê dê li navenda giştî ya Sendîkaya Genel Îş’ê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê tev li civîna gel bibe. (15.00) ZINDÎ   * Odeya Bijîşkan a Amedê dê têkildarî ji peywîrgirtina Konseya Navendî ya TTB’ê bi tevlibûna rêxistinên sivîl ên civakî dê civînekê li dar bixe. (17.30-19.00)