Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin 2023-12-08 12:22:47   AMED – Derheqê rojnameger Bêrîtan Canozer de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Bi sedema ku dubare ye, doz hate redkirin.    Rojnameger Bêrîtan Canozer di 25'ê Nîsanê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Canozer, 58 roj şûnde hatibû berdan. Rûniştina duyemîn a dozê ku bi heman îdiayê hatibû vekirin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Canozer û parêzerê xwe Muharrem Erbey di danişînê de amade bûn. Şahidê eşkere Umit Akbiyik jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li rûniştinê bû. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), MLSA, ÎHD û rojnameger ji bo piştevaniyê tev li danişînê bûn.    Di danişînê de ji ewil Canozer parastina xwe kir û got ku îfade hatine kopîkirin û îdiayên li wê tên kirin qebûl nekir.    Parêzer Muharrem Erbey jî da zanîn wan parastina xwe ya nivîskî pêşkêş kirine û ew mutalaaya dozger qebûl nakin û beraeta muwekîla xwe xwest.    Dadgehê bi hinceta Bêrîtanê berê bi heman sûcdarkirinê hatiye darizandin, biryara redkirina dozê da.   Dadgehê da zanîn dosyaya Canozer jê tê darizandin berê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye dîtin û da zanîn dosya dubare ye û biryara redkirina dozê da.