Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê 2023-12-08 13:55:20   ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek têkildarî betalkirina dozên cînayetên siyasî û komkujiyan bi hinceta demborînê pêşnûme da Serokatiya Meclisê û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê, daraz kir amûra paqijkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta kûr.”    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Stenbolê Cengîz Çîçek têkildarî biryarên betalkirina dozên cînayetên siyasî û komkujiyan ên bi hinceta demborînê, pêşnûmeya lêkolînê da Serokatiya Meclisê.    Di pêşnûmeyê de hat gotin ku dewlet di neçareserkirina pirsgirêkên siyasî û dîrokî de israr dike û vê rewşê Tirkiye xistiye serdemeke tarî. Bi domdarî hat destnîşankirin ku di salên 90’î de gelek komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin û wiha hate gotin: “Koçberkirin, komkujî, suîqestên siyasî, cînayet bûne peyvên sereke yên vê serdemê. Dewletê, pirsgirêkên ku nedixwest bi rêyên siyasî û guftûgoyê çareser bike hewaleyî tundiya dijwar a komên paramîlîter kir û bi vê tundiyê re kiryarên ku di dîroka mirovahiyê de weke eybeke mezin cih girtin hatin kirin.”    Bi domdarî di pêşnûmeyê de Çîçek bal kişand ser Doza Komkujiya Vartînîsê de ku di 4’ê kanûnê de bi hinceta demborînê hate betalkirin û bi bîr xist ku di vê komkujiyê de 7 jê zarok bi giştî 9 kes hatine qetilkirin.    DOZÊN DIN BI BÎR XIST   Çîçek, bi domdarî bi bîr xist ku di doza qetilkirina Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kemal Turkler di sala 1980’an de, qetilkirina rojnameger-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê îlona 1992'yan de, qetilkirina rojnameger Ugur Mumcu di 24’ê çileya 1993’yan de, qetilkirina Hrant Dînk, Komkujiya Madimakê, qetilkirina 15 sivîlan di 22’yê cotmeha 1993’yan de li Licê ya Amedê, dozên têkildarî bi darê zorê windakirina 8 kesan di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê,  Komkujiya Roboskê û hwd. jî yan faîl nehatine cezakirin yan jî doz hatine betalkirin.    ‘AKP’Ê DARAZ VEGUHERAND AMÛRA DEWLETA KÛR’    Di berdewamê de Çîçek got ku bêyî biryara îradeya siyasî mimkin nîne ku dozên cînayetên siyasî û cînayetan bên betalkirin û ev tişt anî ziman: “Di serdema hikûmetên AKP’ê de daraz veguherandin amûra paqijkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta kûr.”    DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN!   Herî dawî jî di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku divê dosyayên hatine betalkirin jinûve bên lêkolînkirin û ji bo sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin nekevin ber demborînê tevdîr bên girtin û tespîtkirin.