Erdogan duh ji bo Mîçotakîs gotibû ‘kesekî wisa ji bo min tune ye’ îro got ‘dostê min’ 2023-12-08 15:06:42   ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di dema vegera Yewnanistanê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan ku berê ji bo Mîçotakîs gotibû “Kesekî wisa ji bo min tune ye” îcar got: “Dostê min e.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di vegera Yewnanistanê di balafirê de têkildarî serdana xwe axivî. Erdogan, got ku hevdîtinên wan bi erênî derbas bûne û ji perwerdeyê heta çandinî, turîzm û bazirganiyê di gelek mijaran de peyman mohr kirine. Her wiha Erdogan destnîşan kir ku her du welatan ji bo pêşxistina hevkariyê gavên îxtîmalî nirxandine.    DUH GOTIBÛ ‘KESEKÎ WISA JI BO MIN TUNE YE’ ÎRO GOT ‘DOSTÊ MIN’    Erdogan, da zanîn ku ji bo dostanî û cîrantiyeke baş, di navbera her du welatan de Danezana Atînayê îmze kirine û ji bo Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Mîçotakîs ku di demên berê de jê re gotibû “Kesekî wisa ji bo min tune ye” peyva “dostê min” bi kar anî. Erdogan, got ku Mîçotakîs ji bo civîna konseya muteakîp vexwendiye Enqereyê.