Serokê AKP’ê yê Navçeyê yê berê Bîlîcî ji ber qaçaxçîtiya hişbirê hate girtin 2023-12-08 15:58:32   COLEMÊRG - Li Geverê Serokê AKP’ê yê Navçeyê yê berê Nacî Bîlîcî, ji ber qaçaxçîtiya hişbirê hate girtin.    Nacî Bîlîcî yê di navbera salên 2017 û 2019’an de li navçeya Gever a Colemêrgê serokatiya AKP’ê ya navçeyê kiriye, li Wanê bi îdiaya qaçaxçîtiya hişbirê hate binçavkirin. Bîlîcî yê li Miduriyeta Polîsan a Wanê îfadeya wî hate wergirtin, li dadgeha ku hate sewqkirin bi heman sûcdariyê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.    JINA KU KAR XWESTIBÛ TACÎZ KIRIBÛ   Nacî Bîlîcî dema serokê AKP’ê yê navçeyê bû jineke ku jê kar xwestibû tacîz kiribû. Ev yek bi peyaman derketibû holê.