Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye 2023-12-09 09:01:42   RIHA - Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan destnîşan kir ku di nava gelên cîhanê de her ku diçe zêdetir xwedî li paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tê derketin û got: “Êdî dema azadbûna birêz Ocalan hatiye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de, ev 25 sal in di bin tecrîdeke girangkirî de tê ragirtin û ev 33 meh în jî tu agahî jê nayên girtin. Her ku diçe çalakiyên li her çar aliyê cîhanê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn û pirsgirêka kurd bi awayeke demokratîk were çareserkirin, çalakiyên cur bi cûr tên li dar xistin û kampanya tên meşandin bi mezinbûnê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rêxistinên jinan û kesên di qada navneteweyî de tên naskirin ên di nava “Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî” cih digirin di 10’ê Kanûnê 2021’an de Roja Mafê Mirovan a Cîhanê di heman demê de weke “Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî” îlan kirin. Gelê kurd û dostên kurdan di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” qêrandin.    Bi armanca kampanyayên nanveteweyî werin mezinkirin di 10’ê cotmehê de kampanyayek nû ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Destpêka kampanyayê ji hêla dostên gelê kurd, di 74 navendên cuda bi daxuyanî û meşan hat destpêkirin. Grevên birçîbûnê yên di girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, heman çarçoveya kampanyayê de hatine destpêkirin jî di roja 13’emîn de berdewam dikin.    Îsal di 10’ê Kanûnê Roja ji Abdullah Ocalan re Aştî ya Cîhanê de, di 160 navendan de dê bi navê “Roja Pirtûkên Ocalan a Kurewî”, rojên xwendinê bên lidarxistin. Biraziyê Rêberê PKK’ê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Rihayê Omer Ocalan, derbarê kampanyayên ji “Abdullah Ocalan re Azadî” ji ajansa me re axivî.    ‘DI CÎHANÊ DE RIYA 3’YEMÎN TEMSÎL DIKE’   Ocalan destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Ocalan li her çar aliyê cîhanê hatiye asteke cuda û da zanîn ku sedema vê yekê jî paradîgmaya Abdullah Ocalan a azadiya jinê ye. Ocalan bi bîr xist ku di cîhanê de gelek rewşenbîr, kedkar û kes ji bo azadiya Ocalan ked didin û got: “Meş, konferans, kampanyayên îmzeyan tên lidarxistin. Paradîgmaya birêz Ocalan, nirxên neteweyî jî di nava xwe de dihewîne lê ev netew bêhtir neteweya gerdûnî ye. Li her dereke cîhanê, her kesek dikare xwe di paradîgmaya Ocalan de bibîne. Beyî cihêkarî paradîgma ji bo her ziman, ol û rengan e. Birêz Ocalan di cîhanê de rêya 3’yemîn temsîl dike. Di cîhanê de du hêzên hegemonîk hene; bere yek ji van Rûsya bû û niha şûna wê Çîn derdikeve pêş. Ya din jî di serkêşiya Emerikayê û Ewropa ya hêzên nûnertiya mêtingeriyê dikin in. Ocalan li dijî van rêya 3’yemîn temsîl dike. Navê vê jî Modernîteya Demokratîk e. Ji ber vê yekê di cîhanê de bi mîlyonan kes fikrên Birêz Ocalan xwedî derdikevin. Helbet Birêz Ocalan li navçeya Xelfetî ya Rihayê, hatiye dinê lê belê bandora wî belavî her dereke cîhanê bûye. Zanist, rewşenbîr ji fikrên Ocalan bi bandor dibin.”   ‘OCALAN FEYLESOFEKÎ ENTERNASYONAL E   Ocalan da zanîn ku netewdewlet krîz û kaosan ava dike û da zanîn ku pergala mêtinger pirsgirêkên mirovan çareser nakin. Ocalan anî ziman ku mêtingerî mirovan ji xwezaya xwe dûr dixe û wiha axivî: “Paradîgmaya Ocalan nirxên wek exlaqî û polîtîk ên di xwezaya mirovan de hene, derdixe holê. Nepêkan e ku tu kes vê paradîgmayê red bike. Îlankirina 10’ê Kanûnê Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî ne tesaduf e. Nasnameyeke gerdûnî ya Birêz Ocalan heye, feylesofekî enternasyonal e. 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Roja îlankirina Danezana Mafê Miroavan a Gerdûnî ye. Ev danezan ji bo tevahiya gelên cihanê hatiye qebûlkirin. Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya birêz Ocalan ya vê rojê ji bo me girîng e.”   ‘DAXWAZ MEŞRÛ NE’   Ocalan destnîşan kir ku di 10’ê cotmehê de kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî hate destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Berî vê kampanyayê gelek kampanya hatin destpêkirin. Ev kampanya li aliyekî enternasyonal, li aliyê din neteweyî ye. Kurd çi dixwazin? Kurdên bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn, nikarin bi ziman, nav û statuyên xwe ve bijîn. Kurd di bin qirkirinekê de ne. Gelek caran ji qirkirinên fîzîkî derbas bûne. Di 45 salên dawî de şerek heye. Hezaran mirov cane xwe dan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ev têkoşîn tê dayîn. Neteweyek heye bêziman hatiye hiştin. Armanca kampanyayê bi awayeke demokratîk pirsgirêka kurd çareserkirin e, tevî şikandina tecrîdê azadkirina birêz Ocalan û tevlikirina pêvajoya çareseriyê ye. Ev daxwaz daxwazeke meşrû ye. Di vê çarçoveyê de li gelek navendan meş, kampanyayên îmzeyan û çalakiyên rûnîştinê tên lidarxistin, ev bi nirx in. Xwestina azadiya birêz Ocalan bi nirx e.”   'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'    Ocalan balê kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di 27’ê mijdarê de ji hêla girtiyê siyasî yên li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên ragirtin, hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Girtî bi qasî ku ji wan tê dixwazin ji pêvajoyê re bibin bersiv. Bi vê çalakiya xwe ve hem peyamê didin me hem jî didin dewletê. Heke em yên li derve, li gorî berpirsyariyên xwe tevgeriyabana dê ev bar neketiba ser milên wan. Divê her kesek li gorî berpirsyariya xwe tevbigere, ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd çi ji destê wî tê, bike. Heke em vî barî parve bikin dê çareserî zû pêk were. Ev çareserî jî azadiya birêz Ocalan e. Mafê tu kesê nîn e ku bibêje ‘Ev yek min eleqedar nake”. Heke ev pirsgirêk were çareserkirin, dê bandorê li her kesê bike. Ji bo çareseriya vê mijarê jî muxatab birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan bi rola xwe rabe, divê pêşî tecrîd were rakirin, piştre jî divê azad be.”   Ocalan anî ziman ku dê sibê li 160 navendan, pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan werin xwendin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li cîhanê têkoşîna azadkirina birêz Ocalan her diçe mezin dibe. Divê kurd pêşengtiya vê têkoşînê bikin. Ne tenê li Kurdistanê, divê em li her derekê paradîgmaya birêz Ocalan bi dengekî bilind biparêzin. Gelên cîhanê paradîgmayê nîqaş dikin, ne hewce ye em jî xwe krîmînalîze bikin. Divê em bêhtir paradîgmayê nîqaş bikin. Di sedsala nû de paradîgmaya birêz Ocalan ji bo me şansek e. Ji birêz Ocalan bêhtir kes nabe vakarê aştiyeke birûmet. Êdî dema azadiya birêz Ocalan hatiye.”   MA / Emrûllah Acar