Tatli ya di greva birçîbûnê de: Divê toreke têkoşînê bê avakirin 2023-12-09 09:12:18   ÊLIH - Gulgeş Tatli ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê di greva birçîbûnê de ye got ku li dijî tecrîda li Îmraliyê divê toreke têkoşînê bê avakirin.    Greva birçîbûnê ya dorveger ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û rakirina tecrîdê li ser wî, ji 27'ê Mijdarê ve li gelek girtîgehên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê didome. Girtî Gulgeş Tatli ya li Girtîgeha Jinan a Bunyana Qeyseriyê dest bi greva birçîbûnê kiriye, banga piştgiriyê ji bo grevên birçîbûnê kir.   Hatîce Tatli ku di 5'ê kanûnê de li girtîgehê bi xwişka xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku xwişka wê di koma yekemîn a greva birçîbûnê de cih girtiye. Tatliyê anî ziman ku di laşê xwişka wê de parçeyên şarapnel hene û got ku xwişka wê gotiye ku greva birçîbûnê çalakiyeke jiyanî ye û kêliyeke wan a ji dest wan biçe tune ye û divê her kes tişta dikeve serê milê wan bike.    ‘TÊKOŞÎNA JINAN DÊ SERKEFTINÊ BÎNE'   Tatliiyê anî ziman ku zext û zilma li girtîgehan her ku diçe zêde dibe û axaftina xwişka xwe wiha ragihand: “Em ê li girtîgehê berxwedana xwe bidomînin. Lingekî din ê berxwedanê yên li derve ne. Divê demildest tecrîd bê rakirin û ji bo vê jî refleksên civakî bên seferberkirin. Heta ku greva birçîbûnê encam bigire em ê berxwedanê bidomînin. Bêhiqûqiya li girtîgehan di asteke wiha de ye ku zirarê dide rûmeta mirovan. Li hemberî van pirsgirêkan me li girtîgehê toreke têkoşînê çêkir. Ne pêkan e ku em tecrîda girankirî ya ji sala 1999’an û vir ve berdewam dike qebûl bikin. Hemû kesên xwedî rûmet, wijdan û welatparêziyê divê vê qebûl neke. Ji ber ku em vê yekê qebûl nakin û wijdanê me nerihet e me tevneke têkoşînê ava kir. Li gelek girtîgehan û li girtîgeha me bi sedan jin di greva birçîbûnê de ne. Têkoşîna ku bi pêşengiya jinan tê pêşxistin dê serkeftinê bi xwe re bîne.”