Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin 2023-12-09 09:23:12   STENBOL - Hevseroka MA TÛHAY-DER'ê Dîlek Demîrê anî ziman ku di warê grevên birçîbûnê de bar dikeve ser milê her kesî û got: "Ger em xwedî li tevgera civakî derkevin, em ê karibin ber bi cîhaneke aramtir û aştîxwaz ve biçin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan desdest pê kir, ket roja 13’an. Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demîr têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî.   Demîrê anî ziman ku 3 sal in agahî ji Rêberê PKK'ê Ocalan nayê girtin û bi bîr xist ku hemû serlêdanên malbatê û parêzeran yên ji bo hevdîtinê bê encam mane. Demîrê diyar kir ku bi "Meşa Gemlîkê" ya li dijî vê bêhiqûqiyê pêngaveke demokratîk hatiye destpêkirin û got ku girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî bi greva birçîbûnê bersiv dane vê pêngavê.   Demîrê got: "Ev grevên birçîbûnê wekî bersivekê, ji bo bidawîkirina azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî dest pê kirin."   Demîrê da zanîn ku girtiyên siyasî yên li 10 girtîgehên Herêma Marmarayê niha di greva birçîbûnê de ne û got ku bi çalakiya ku hatiye destpêkirin re zextên li ser girtiyên siyasî jî zêde bûne. Demîrê diyar kir ku ji wan re hatiye ragihandin ku girtiyên siyasî li girtîgehên Tîpa S a Antalya û Girtîgeha Tîpa S a Bafra ya Samsûnê xistine hucreyên yekkesî û hin girtî jî hatine sirgûnkirin.    ‘RAKIRINA TERÎDÊ DÊ AŞTIYA CIVAKÎ MÎSOGER BIKE'   Demîrê diyar kir ku tecrîd ne tenê bi Girtîgeha Îmraliyê ve sînordarkirî ye, her wiha hemû civak di bin tecrîdê de ye. Demîrê wiha domand: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe, tecrîda li ser civak û girtîgehan bi dawî nabe. Ji ber ku em dizanin ger tecrîda li ser Ocalan rabe, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, darizandinên derhiqûqî û şewitandina înfazên girtiyan jî dê ji holê bên rakirin. Ev yek dê aştiya civakî mîsoger bike."   ‘BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ ME Û CIVAKÊ'   Demîrê destnîşan kir ku xizmên girtiyan destekê didin biryara girtiyan a ji bo greva birçîbûnê û di vê mijarê de gelekî hesas in û got ku divê civak jî piştgiriyê bide vê biryara girtiyên siyasî. Demîrê grevên birçîbûnê yên di salên 2018-2019'an de hatin lidarxistin bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Grevên birçîbûnê yên 2018-2019’an li bara civakê bersivek dît. Ez difikirim ku dê bi vê pêvajoyê re atmosferek bi vî rengî pêk were. Ji bo pêvajo nermtir bibe divê civak piştgiriyê bide vê biryara girtiyên siyasî. Di vî warî de berpirsyariya me û civakê pir e. Ger em piştgiriyê bidin vê tevgera civakî, em ê karibin ber bi cîhaneke aramtir û aştîxwaz ve biçin."    Demîrê anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê û grevên birçîbûnê di destê civakê de ye û got ku li gel panel, civîn û daxuyaniyên çapemeniyê ew ê derî bi derî jî bigerin û tecrîdê û greva birçîbûnê ji her kesî re vebêjin.   Demîrê di dawiyê de ûbang li hemû aliyên hestiyar kir û got: "Divê em ji vê bêhiqûqîtî, bêedaletî û rizandinê re bibêjin 'bes e.'"