Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê 2023-12-09 13:59:02   RIHA - Di Girtîgehên bi Hejmara 1 û 2’yan ên Rihayê de, cezayên dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê bi girtiyên di Girtîgehên Hejmara 1 û 2’yan ên Tîpa T yên Rihayê de tên ragirtin hevdîtinê pêk anî. OHD rapora di çarçoveya hevdîtinan de amade kiriye bi raya giştî re parve kir.    Di raporê de hat destnîşankirin ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Rihayê de qawîşek ketiye greva birçîbûnê. Di raporê de hat diyarkirin ew bi Emîn Guler ê ketiye greva birçîbûnê û ji sedî 90 astengdar e, hevdîtin kirine û wiha hate gotin: “Guler destnîşan kir ku roja ewil a ku ketiye greva birçîbûnê, îdare jê re wiha gotiye, ‘em dixwazin te di bin kontrolê de bigirin’ û xwestine wî bibin qawîşekî yekkesî û piştre dest ji vê daxwaza xwe berdane. Guler anî ziman ku derbarê wî de ji ber dest bi greva birçîbûnê kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara qedexekirina çalakiyan a meheke hatiye dayîn. Guler da zanîn ku ew bi Maksût Durmuş ê di heman qawîşê de tê ragirtin, di greva birçîbûnê de ye.”   Di heman raporê de hat gotin ku ew bi Selamî Çîftçî ê di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T de tê ragirtin re jî hevdîtinê kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku derbarê Çîftçî de jî ji ber ketiye greva birçîbûnê, lêpirsîna dîsiplînê hatiye vekirin. Hat diyarkirin ku îdareya girtîgehê hevdîtin bi Çîftçî û derûnnasê di saziyê de peywirdar e, daye kirin û ji bo Çîftçî dest ji çalakiya xwe berde, xwestine wî îqna bikin.    Hat zanîn ku Tevî Çîftçî, girtiyên bi navê Aydin Oba, Kadîr Demîr ên di heman girtîgehê de tên ragirtîn jî, ev 4 roj in di gireva birçîbûnê de ne.