ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin 2023-12-09 14:08:52   MÊRDÎN - ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan, bang kirin ku dawî li tecrîd û binpêkirina mafên mirovan bê anîn û wiha hate gotin: “Tecrîd di heman demê de pirsgirêka kurd kûrtir dike û rêya çareseriyê dixetimîne.”   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li ber avahiya baroyê daxuyaniyeke hevpar dan. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan tev li bûn. Di daxuyaniya malbatên windakiriyan jî tev li bûn de wêneyên kesên di bin çavan de hatine binçavkirin hatin hilgirtin û daxuyanî ji aliyê Hevseroka ÎHD’a Mêrdînê Prz. Hîcran Erdînç ve hate xwendin.   Erdînç, diyar kir ku tevî dewlet rêgezên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin qebûl dikin jî kesên rêveberî di destên wan de ji bo berjewendiyên xwe van rêgezan paşguh dikin. Erdînç anî ziman ku ew bang li civakê dikin ku li dora mafên mirovan bibin xelek û ew bang li dewletê dikin ku rêgezên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin pêk bîne û bal kişand ser polîtîkayên necezakirinê yên li Tirkiyeyê.   ‘SIYA TECRÎDÊ YA LI SER CIVAKÊ’    Erdînç, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê hêj girtî jiyana ji dest didin, binpêkirinên mafan ên weke sewq, sirgun, îşkence û mûameleya xerab, tecrîd, îzolasyon, taloqkirina berdanan, astengiyên hevdîtinên bi malbatan re û mafê axaftinê lêpirsînên dîsiplînê gelek binpêkirin diqewimin. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û li ser girtiyên din ên siyasî tecrîda teqez heye. Tecrîd ji vir belav dibe û bi rêbazeke îzolasyonê ya bi zanebûn û sîstematîk li ser civakê tê bikaranîn. Ev hemû û mînakên weke van siya tecrîdê ya li ser civakê ye. Tecrîd di heman demê de pirsgirêka kurd kûrtir dike û rêya çareseriyê dixetimîne. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de ragihandin ku bi daxwaza rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.”    BANG KIR KU BINPÊKIRIN Û TECRÎD BÊN BIDAWÎKIRIN    Erdînç, bang kir ku desthilat binpêkirinên mafên mirovan û tecrîda li ser gelê kurd û li ser hemû civakê bi dawî bike û ev tişt gotin: “Em bang li hemû civakê dikin ku li dora mafên mirovan de bibin yek, bang li dewletê jî dikin ku rêgezên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin pêk bîne.”   Piştî daxuyaniyê bi daxwaza dîtina windayan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Piştî çalakiyê daxuyanî bi dawî bû.