Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn 2023-12-09 14:33:48   STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 976’emîn de aqûbeta Agît Akîpa û Îbrahîm Demîr ên beriya 31 salan hatin windakirin pirsîn. Zarokên Akîpa û Demîr anîn ziman ku ji bo ku faîl bên darizandin bi salane têdikoşin.     Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û daxwaza darizandina faîlan dikin di hefteya 976’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin bahev. Di destê malbatên windakiriyan ên wêneyên xizmên xwe hilgirtin de qûrnefîlan cih girtin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Lê ji ber sînorê hejmara kesên beşdarî çalakiyê dibin, Fîncanci û kesên din li derveyî qadê sekinîn.    BERIYA 31 SALAN HATIN WINDAKIRIN     Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên di 12’ê kanûna 1991’an de li gundê Xandûk yê Hezexa Şirnexê hatin binçavkirin û pişt re tu agahî jê nehatin wergirtin hate pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî çîroka Demîr û Akîpa xwend.      Piştî Yolerî keça Îbrahîm Demîr, Denîz Demîr û kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa axivî. Demîr û Akîpa, anîn ziman ku 31 sal in ji bo faîl bên darizandin têdikoşin û dê tu car dest ji vê têkoşînê bernedin.