Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir 2023-12-09 17:04:20   STENBOL – Hevserokê Giştî yê DEPEP'ê Tûncer Bakirhan, li Stenbolê Dergeha Garip Dede ziyaret kir û bi rêveberiya Federasyona Komeleyên Elewî (ADFE) re rûnişt. Bakirhan anî ziman ku heta mafên welatîbûna wekhev ê elewiyan û statuya zagonî ya cemxaneyan bê qebûlkirin dê bi hevre têbikoşin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Baksrhan, li Stenbolê Dergeha Garip Dede ziyaret kir. Li gel Bakirhan parlamenter û rêvberên HEDEP'ê jî komeleyên elewiyan ziyaret kir. Bakirhan û heyeta pêre Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) Zeynel Abidin Koç û Pirê Ocaxa Xizir Veli Buyukşahin ziyaret kir. Bakirhan piştî turbe û cemxaneya li Dergeha Garip Dede ziyaret kir, ji wir çû rêveberiya ADFE ziyaret kir.    KOÇ: EM Ê JI BO DAXWAZÊN XWE LI QADAN BIN   Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan Zeynel Abidin Koç, anî ziman ku li  Tirkiye di pêvajoyek pir tarî re darbas dibin û wiha got: "Em elewî ji bo mafên xwe em ê derkevin qadan. Serdana Hevserokê Giştî ya HEDEP'ê Tuncer Bakırhan ji bo me gelek bi qîmet e. Ji bo li welat demokrasî û mafên mirovan pêş bikeve pêdiviya me ji HEDEP’ê heye. Mîtînga ku sibê em pêk bînin, diviya bû partiyên din pêk anîbûna û em beşdarî vê mîtîngê bûbûna. Lê ev xebat û çalakî tenê li ser pişta rêxistinên elewî û rêxistinên civakî maye."    BAKIRHAN: DIXWAZIN BAWERIYA ELEWIYAN TUNE BIKIN   Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan jî rexneyên xwe li Çanda Elewî û Bektaşî û Serokatiya Cemxaeyan kir û wiha got: "Dixwazin nirxên herî pîroz û xweşik ên welatê me biçilmisînin. Devlet, ji bo baweriya elewiyan bi Wezareta Çand û Turîzmê ve girê bidin di nava hewldanan de ne. Cemxaneyan wekî îbadetxane qebûl nakin. Dixwazin baweriya elewiyan tune bikin. Em ji çand û kevneşopiya Seyit Rızayan û Pir Sultanan tên. Em ê piştgiriyê bidin têkoşîna we û bi awayekî hêz bi hevre beşdarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî bibin.