ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-10 09:00:21   * Dayika Civan Boltan ê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye Nazîme Boltan diyar kir ku divê dengê girtiyên di greva birçîbûnê de bê bihîstin û got ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.   * Qafeyên ku li her du aliyên pira li ser Çemê Dîcleyê ji aliyê qeyûman ve hatin çêkirin û bi mîlyonan lîreyî ji bo wan hat xerckirin, beriya ku bên teslîmkirin dilop kirin.    * Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray, diyar kir ku Abîdeya Mafên Mirovan a di encama qezaya wesayîtê de xera bûye, ji bo gelê bajêr û xizmên windayan girîng e û xwest ku bîrdarî bê temîrkirin.    * Hevberdevka Herêma Yekemîn a MATUHAY-DER'ê Sebat Karul ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 86 rojan  di greva birçîbûnê de ma got: "Divê em bi berxwedaneke topyekûn biqîrin û bibêjin ku em li cem girtiyan e û bi têkoşîna wan re ne."    * Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Dîlokê Mûstafa Yalçin diyar kir ku tevî 2 sal û 6 meh û 15 roj derbas bûne jî ji bo serlêdana 770 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tu bersiv nehatiye dayîn û got: “Daxwaza me bi tu awayî nehatiye bersivandin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê serlêdanê nekin. Dê serlêdanên me bidomin."    * Bi boneya 98’emîn meha Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê dê li pêşiya garê çalakî bê lidarxistin. (10.04)   * Şandeya ji Ewropayê dê bi HDK, Komelaya Dema Jinê ye û Avadaniya 1000 Jinan a ji bo Girtiyên Nexweş ziyaret bike. (10.00-18.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê dê bidome. (10.00-18.00)   * Rêxistina HEDEP’a Semsûrê dê 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (11.00)    * Bi boneya Hefteya Mafên Mirovan dê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (11.00-17.00)    * Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê li Qada Şêx Seîd biçe serdana esnafan. (13.00)   * Rêxistinên elewiyan dê bi dirûşma “Perwerdeya laîk, jiyaneke însanî, Tirkiyeya demokratîk” li Kadikoyê mitîngê li dar bixin. (14.00)   * Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê beriya 1’emîn Kongreya Asayî ku dê bi dirûşma “Vejîneke ciwan” li dar bixe, bi tevlibûna parlamenter Bêrîtan Guneş û Omer Ocalan li navçeya Sûr a Amedê konserekê li dar bixin. (18.00)    * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan dê tev li resepsiyona ÎHD’ê ya li Enqereyê bibe ku bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li dar dixe. (18.30)