Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin 2023-12-10 09:03:37   ŞIRNEX - Qafeyên ku li her du aliyên pira li ser Çemê Dîcleyê ji aliyê qeyûman ve hatin çêkirin û bi mîlyonan lîre ji bo wan hat xerckirin, beriya ku bên teslîmkirin dilop kirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê qeyûmên ku di sala 2016'an de tayinî Şaredariya Cizîrê hatibûn kirin li ser Çemê Dîcleyê dest bi çêkirine pirê hatibû kirin. 8 sal in pir nehatiye temamkirin û her diçe jî maliyeta çêkirina wê zêde dibe. Şirketa Egecan û Şîrketa Pek-Erê ku bi hev re îhaleya çêkirina pirê girtin, 8 sal in înşeata pirê temam nekirine.    MALIYETA PIRÊ   Heman pira ku bi salan e gelek caran îhale ji bo wê hat kirin, dihat payîn ku di 20'ê gulanê de biqediya. Xebatên ji bo pirê didomin lê mesrefa pirê tevî bacê gihaştiye 132 milyon lîreyan.    BERÎ BÊN TESLÎMKIRIN DILOP KIRIN   Qafeyên ku bi porijeya pirê re bi kevirên bazalt ên ji Amed û Wêranşarê (Wêranşar) li her du aliyên çem hatine çêkirin û bi milyonan lîre pere ji bo wan hatiye xerckirin jî, berî ku bên teslîmkirin bi baranê re dilop kirin. Qafeyên ku li ber stûnên pirê hatine çêkirin, ji sê beşan pêk tên. Înşeata qebe ya qafeyan qediyaye lê ji ber ku banê wan dilpan dike av ket hundirê qafeyan.    MALZEMEYÊN BÊQELÎTE BI KAR ANÎNE   Ne diyar e ka wê aqûbeta qafeyên ku bi milyonan lîre ji wan hat xerckirin çi be lê xebatkarên di înşeata pirê de dixebitin jî gotin ev qafe ne ji bo mirovan, ji bo masiyan hatine çêkirin.    Endezyarên ku me xwe gihande wan jî diyar kirin ku ji ber ku qafe bi malzemeyên bêqalîte hatine çêkirin dilopan dikin û got ku dê maliyet zêdetir bibe.