Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan 2023-12-10 09:08:25   STENBOL - Hevberdevka Herêma Yekemîn a MATUHAY-DER'ê Sebat Karul ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 86 rojan  di greva birçîbûnê de ma, wiha got: "Divê em bi berxwedaneke topyekûn biqîrin û bibêjin ku em li cem girtiyan e û bi têkoşîna wan re ne."    Kampanyaya navneteweyî ya ku di 10'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest pê kir, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkê, didome. Ji ber ku xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin, di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.   Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê mijdara 2018’an de li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû. Hevberdevka Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ya Herêma Yekem Sebat Karul ku wê demê tev li greva birçîbûnê bûbû, greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan dest pê kir û daxwazên girtiyan nirxand.    Hevberdevka Herêma Yekemîn a MATUHAY-DER'ê Sebat Karul   86 ROJAN DI GREVA BIRÇÎBNÊ DE MA   Karûl ku wê demê di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de bû û 86 rojan di greva birçîbûnê de mabû, diyar kir ku di sala 2017'an de li navçeya Sancaktepeyê di dema xebatên hilbijartinê de bi 16 kesan re hatiye binçavkirin. Karul ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û sal û nîvek cezayê lê hat birîn, bi bîr xist ku di 1'ê adara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kiriye û piştî ku Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran peyam şandiye dawî li çalakiya xwe anîne.    ‘DENGÊ JI DERVE DIBE MORAL'   Karûl, bal kişand ser girîngiya manewî ya di grevên birçîbûnê de û got ku li ser vî esasî dengê ji derve tê ji bo girtiyan gelekî girîng e. Karûl, bal kişand ser helwesta li girtîgehan ya li hemberî girtiyan di greva birçîbûnê de bû û got ku girtîgehên Tirkiyeyê der barê grevên birçîbûnê de "di polê de mane." Karul, axaftina xwe wiha domand: “Di qonaxên ewil ên greva birçîbûnê de şekir û lîmon qet nehat dayîn û dema ku me xwest em wan bi derfetên xwe bikirin jî, digotin li kantînê tune ne. Dîsa di warê tenduristiyê de jî li gorî rêziknameyên xwe, tenduristî nehat kontrolkirin. Vîtamîna B12 nehat dayîn. Serê sibê dihatin, şekirê xwînê dipîvandin û diçûn. Bi mirinê re rû bi rû dihiştin. Kesê ku bedena xwe didin ber birçîbûn, bawerî û hêviyan mezin be, sistbûna fonksiyonên laş zêde bandorê li wan nake. Ji ber ku hûn ji bo armancekê tevdigerin. Di vî warî de gava ji derve dengekî biçûk jî vê, ev dxwedî wateyeke mezin e. Hêz û piştgiriya rêxistinên sivîl, rêxistinên mafên mirovan û malbatan ji bo van çalakiyan dibe hêz û bandoreke pozîtîf li girtiyan dike. Dengê derve ji bo hundir dibe moral, motîvasyon û hêvî."    ‘TECRÎD DÊ BI TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN BIŞIKÊ'   Karûl, diyar kir ku li 104 girtîgehên Tirkiyeyê û li herêma Marmarayê jî li 12 girtîgehan girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "Li girtîgehê alternatîfek din nîn e. Ger hûn ji tiştekî bawer bikin, çalakiya herî mezin a ku hûn dikarin bikin, birçîkirina bedena xwe ye. Li girtîgehên ku xwegihandina tenduristî, perwerde û xwarinê pir kêm e, lidarxistina çalakiyeke wiha pir watedar e. Pêdivî ye ku ev yek were zanîn. Her ku hest û bawerî mezin dibin, xemên ferdî piçûktir dibin. Ji bo ev hest û bawerî zêde bibin, li girtîgehan pêngaveke bi vî rengî hat destpêkirin. Şikandina tecrîdê tenê bi têkoşîneke topyekûn pêkan e."   ‘VÎNA GELÊ KURD DI BIN TECRÎDÊ DE YE'   Karul, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan rewa ye û got ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Karul, bi bîr xist ku 33 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê binpêkirina mafan e, di heman demê de girêdayî meseleya kurd e jî. Karul, destnîşan kir ku gelê kurd Abdullah Ocalan wekî rêber dibîne. Karul, anî ziman ku ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin vîna gelê kurd e û got: Têkoşîna ku gelê kurd bi salan e dide, dixwazin di şexsê birêz Ocalan de li Îmraliyê bê tepisandin. Gelê kurd bi vî rengî li vê bûyerê dinêre."   Karul, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav bûne û got ku hemû civak di bin tecrîdê de ye.   PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK   Karul,  da zanîn ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan ji hemû cîhanê re alternatîfekê pêşkêş dike û got ku fikra "Rêya Sêyemîn" hemû beşên cîhanê yên bindest li dor xwe civandiye. Karul, diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan têdikoşe.   BANGAWAZÎ   Karul, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li raya giştî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên mafan kir ku bibin dengê vê çalakiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li welatekî wisa dijîn ku her kes wekî sûcdarekî potansiyel tê dîtin. Divê em bi berxwedaneke topyekûn biqîrin û bibêjin ku em li cem girtiyan e û bi têkoşîna wan re ne."    MA / Esra Solîn Dal