Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin 2023-12-10 10:08:01   RIHA - Li Rihayê di nava du salan de 32 jin hatin qetilkirin û ji bo qetilkirina 9 jinan jî hewldan çêbûn. Parêzer Berfîn Gokkan diyar kir ku ji ber neçalakbûna mekanîzmayên fermî, baweriya jinan bi dewletê nayê û wiha got: “Bi destê hiqûqê tundî li jinan tê kirin.”    Yek ji bajarên ku herî zêde tundî li jinan tê kirin û jin lê tên qetilkirin jî Riha ye. Di navbera 10’ê çileya 2022’yan û 2’yê mijdara 2023’yan de 94 jinan bi sedema ku tundî li wan tê kirin serî li Navenda Sepana Qanûna Mihakemeya Ceza (CMK) ya Baroya Rihayê dan. Li gorî daneyan, di navbera heman dîrokan de 32 jin hatin qetilkirin û ji bo kuştina 9 jinan jî hewldan çêbûn.    Rêveberiya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê û parêzera Baroya Rihayê Berfîn Gokkan têkildarî tundiya li dijî jinan û qetilkirina jinan axivî.    Parêzera Baroya Rihayê Berfîn Gokkan   ‘MEKANÎZMAYÊN LI DIJÎ TUNDIYÊ ÇALAK NÎNIN’    Gokkan, anî ziman ku li bajar ne tenê tundiya fîzîkî lê tundiya psîkolojîk, aborî û zayendî jî li dijî jinan tê kirin û wiha got: “Faîlên tundiya li dijî jinan jî dewlet, hevjînên wan û xizmên wan in. Jinên rastî tundiyê tên, herî dawî serî li mekanîzmayên fermî didin. Jinên rastî tundiyê tên, di vê pêvajoyê de hewl didin bi xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Dema çareser nekin jî diçin cem hêzên ewlekariyê, edliye û nexweşxaneyê. Lê ji ber ku ev mekanîzma bi têr nakin û karîger nînin, jin di vê pêvajoyê de cara duyemîn rastî tundiyê tên. Bi taybet jî dema jinek diçe edliyeyê hay ji pêvajoya hiqûqî nîne. Nizane dê çawa gilî bike û çawa tevdîrê parastinê bigire. Di vê mijarê de pir saziyên civaka sivîl hene ku jê re bibin alîkar.”    Bi domdarî Gokkan li ser bajar mînak da û ev tişt anî ziman: “Li Rihayê tenê baro û komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê hene ku bikarin serî lê bidin. Dema rêxistinên civaka sivîl alîkariyê didin jinan û pirsgirêkên wan çareser dikin, bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin. Yek ji van astengiyan jî pirsgirêka madî ye. Dema em li cihên ku rêxistinên civaka sivîl bi têr nakin li tiştên dewlet bikare bike dinêrin, Navenda Pêşîlêgirtina Tundiyê û Şopandinê (ŞOMÎN) hene ku li derveyî bajar in û malên xwespartinê yên bajar û navçeyan hene lê kêm in.”    'BAWERIYA JINAN BI DEWLETÊ NAYÊ’   Di berdewamê de Gokkan daxuyand ku dema jinên bajar birîndar dibin an jî tên qetilkirin haya raya giştî ji tundiya li wan tê kirin dibe û wiha pê de çû: “Midaxileya zû girîng e. Mekanîzmayên di dema xwe de pêşî li tundiyê digirin kêm in. Lewma baweriya jinan bi dewletê nayê. Rêxistinên civaka sivîl ji bo çareserkirina van pirsgirêkên wan dibe gavek. Lê dewlet di demê dawî de van rêxistinan krîmînalîze dike. Lewma dema em qala tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî ya li dijî jinan dikin, di heman demê de qala tundiya bi destê hiqûqê tê kirin jî dikin. Hem jinên rastî tundiyê hatin hem jî kes û jin û rêxistinên civaka sivîl ên li cem mexdûrên tundiyê disekinin tên darizandin.”    DI XWEBIÇEKKIRINA ŞEXSÎ DE MIRINÊN JINAN    Parêzer Gokkan da zanîn ku yek ji bajarên herî zêde biçekbûna şexsî lê heye jî Riha ye û encamên wê wiha vegot: “Di êriş û qirkirinên li dijî jinan de bi taybet jî çek tên bikaranîn. Weke mînak; Yekta Hezar demekî kin piştî çeka birûxset wergirtî xwişka xwe Bahar Hezer qetil kir. Dewlet vê rûxsetê dide wî lê tu lêkolînan nake. Çekê bi rehetî didin. Heta çendek roj berê li Kaniya Xezalan jinek ji hêla hevjînê xwe ve bi ciftê hate kuştin.”    JINÊN PENABER Û KARKERÊN DEMSALΠ   Têkildarî jinên penaber û karkerên demsalî jî Gokkan ev agahî parve kir: “3’yemîn mezintirîn bajarê penaber lê dijîn Riha ye. Jixwe penaber gelek pirsgirêkan dijîn û dema ev penaber jin be pirsgirêk hêj girantir dibin. Ditirsin ku serî li sazî û dezgehan bidin lewma bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Li hêla din karkerên demsalî hene. Yek ji bajarên herî zêde di vê mijarê de koç lê çêdibe Riha ye. Ev kes di navbera 4-6 mehan de li konan dimînin. Jiyaneke zehmet dijîn. Salê 2 an nî 3 mehan tên bajarê xwe. Di bin konan de jin zehmetiyên mezin dijîn. Xwarina wan baş nîne û demekî dirêj dixebitin.”    GIRÎNGIYA NAVENDÊN ŞÊWIRMENDIYÊ   Gokkan, bal kişand ser girîngiya navendên şêwirmendiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Mekanîzmayên ku jinên li navçeyên Rihayê rastî tundiyê dihatin serî lê didan ji hêla qeyûman ve hatin girtin. Di sala 2014’an de li Hewag, Pirsûs û Xelfetiyê Navendên Şêwirmendiyê yên Jinan hebûn. Dema tundî lê dihat kirin jinan serî li van navendan dida. Lê ji hêla qeyûman ve hatin girtin. Di navbera salên 2015-2016’an de jî têkiliya di navbera saziyên jinan û şaredariyan de bi temamî qut bûn. Bi vê pêvajoyê re tundiya li ser jinan pir zêde bû. Bikaranîna tiryakê zêde bû. Divê li bajar, navçe û taxan navendên şêwirmendiyê bên vekirin. Ji bo xurtbûna mekanîzmayên herêmî, divê ji ewil pirsa ‘jin çi dixwazin?’ were kirin. Ji bo vê jî divê pîvanên red û erêkirinê bên qebûlkirin. Divê malên xwespartinê bên zêdekirin. Her wiha divê saziyên jinan jî esas bên girtin.”    MA / Ceylan Şahînlî