Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye 2023-12-10 10:50:26   ENQERE - Wezareta Karên Derve bersiva pêşnûmeya têkildarî polîtîkayên pişaftinê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da û piştrast kir ku li van herêman zimanê perwerdeyê erebî ye û dersên tirkî û kurdî jî weke dersên hilbijarî tên dayîn.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal Arslan û Bêrîtan Guneş têkildarî rewşa bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter de di 10’ê mijdarê de pêşnûme da meclisê. Parlamenteran, sepanên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di meriyetê de ji Wezareta Karên Derve pirsîn.    PIRS    Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin:    “* Gelo rast e ku demografyaya herêma Efrînê bi zanebûn tê guherandin?    * Beriya niha hatibû îdiakirin ku Tirkiyeyê walî tayînî Efrînê kiriye. Çend xebatkarên cemaweriyê yên Tirkiyeyê li Efrînê peywirdar in? Karê van kesan çi ye?   * Hejmara kurd, ereb, tirk û gelên din ji 20’ê çileya 2018’an ve li Efrînê çiqas e?    * Gelo rast e ku T.C. amirên îdareya milkî, midûrên dibistanê, bijîşk û mamosteyan tayînî Efrînê dike?    * Zimanê perwerdeyê yê Efrînê çi ye? Kî xebatên perwerdeyê dimeşînin û ev xebat çi ne? Mufredat çawa hatiye amadekirin?    * Guherandina navên cihên Efrînê bi agahî û destûra wezareta we hatine kirin? Heke wisa be sedema van guherandinan çi ye?    *Kîjan kom ewlehiya bajar diparêzin û têkiliya Tirkiyeyê ya bi van koman re çi ye?” "   JI BO KOMÊN PARAMÎLÎTER GOTIN ‘HEMPARÊN ME’    Midûriyeta Karên Siyasî yên Dumend ên Wezaretê bersiva pêşnûmeyê da. Di bersivê de hat îdiakirin ku “Tirkiye ji bo pêşwazîkirina daxwazên gelê Sûriyeyê, parastina yekparetiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî li wir e.” Her wiha ji bo OSO’yê têgeha “hêma” hate bikaranîn û hate îdiakirin ku OSO û komên din ên paramîlîter “daxwaza yekitî û parastina yekparetiyê pêşwazî dikin.” Her wiha wiha hate gotin: “Ev hêma ye di pêşeroja Sûriyeyê de hemparên me ne.”    'TIRKÎ WEKE DERSA HILBIJARÎ TÊ DAYÎN’    Di bersivê de hat îdiakirin ku Tirkiye girêdayî OSO “personelên cemaweriyê yên sûriyeyî” û “Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê” tevdigere û “perwerdeya pisporiyê dide rêveberên herêmê.” Ji bo pirsa têkildarî zimanê perwerdeyê jî ev bersiv hate dayîn: “Li gorî agahiyên ber destê wezareta me, li herêmê zimanê perwerdeyê erebî ye. Mufredata perwerdeyê ji hêla komîteya ji hêla mamosteyên herêmî ve hatiye amadekirin tê diyarkirin. Tirkî û kurdî weke dersên hilbijarî di mefredatê de cih digirin.”   Wezaretê pirsên din bêbersiv hişt.    ASLAN: WEZARET TIŞTÊN HATINE KIRIN DIPARÊZE    Parlamenter Aslan, bersivên ji bo pêşnûmeya wan hatine dayîn nirxand û wiha got: “Wezaret hewcehî bi dijminatiya xwe ya li dijî çand, ziman û hebûna kurdan a li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nabîne. Van sepanên xwe bi eşkereyî dibêje. Di gelek raporên navneteweyî de bûyerên îşkence, windakirina bi darê zorê û guherandina demografyayê hatine vegotin. Xwedî li van sepanan derdikeve û diparêze. Kurdan ji herêmê derdixînin û li şûna wan ereb û tirkan bi cih dikin. Bi bersivên xwe li xwe mikûr hatin. Wezaret dibêje ‘em perwerdeya pisporiyê didin komên paramîlîter. Anku tecrûbeya polîtîkayên pişaftinê hînî wan dike. Bi vê bersivê li xwe mikûr hat ku li xaka Rojava ev polîtîka xistine dewrê.”    MA / Mehmet Aslan