Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin 2023-12-10 15:03:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya Roja Mafên Mirovan de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û hat diyarkirin ku mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûnê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û banga çareserkirina pirsigirêkê hate kirin.    Bi boneya 75’emîn salvegera qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.    ÎZMÎR   Rêxistinên civaka sivîl ên li bajar li pêşya Bîrdariya Şehîdên 10’ê Cotmehê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Di 75’emîn sala Danezana Gerûnî ya Mafên Mirovan de li dijî krîza aborî û xizaniyê mafên xwe yên aborî û civakî, li dijî şer mafê xwe yê aştiyê û li dijî zextan nirxên mirovahiyê û demokrasiyê diparêzin” hate vekirin. Her wiha dirûşmên “Bila girtîgeha bala bibin azadî ji girtiyan re”, “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Maf bi qasî ku tên bikaranîn maf in” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.    Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkun Ustercî di daxuyaniyê de axivî û got ku Neteweyên Yekbûyî di mijara bidawîkirina şer û pevçûnan de bi rola xwe ranabe. Ustercî, got ku rewşa krîzê li Tirkiyeyê pir giran tê jiyîn û Tirkiye bi rejîma OHAL’ê tê birêvebirin.    MÊRSÎN   Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafên me yên xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê nayên astengkirin” vekirin û dovîza “Ji bo her kesî mafên mirovan” hate hilgirtin. Gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn û dirûşma “Mirov bi mafên xwe mirov e” berz kirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: “Mafên mirovan li welatê me ji holê hatine rakirin.” Demîr, got ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevahiya civakê di tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Ji bo bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo demokratîkbûna welêt, divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Neçareserkirina pirsgirêka kurd, mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîknebûna welêt e.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    Di heman demê de ÎHD û TÎHV’ê li bajarên Edene, Antalya, Hatay, Enqere, Stenbol, Semsûr û Rihayê jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, bang hate kirin.