Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî 2023-12-10 15:28:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê de xizmên girtiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê kirin.    Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin. Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, xizmên girtiyan li 4 bajaran Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin û çalakî îro jî berdewam kir.    WAN   Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 6’an de berdewam kir. Rêveberên HEDEP’a Artemêtanê, endamên Komeleya Parastin Lêkolîn û Pêxşxistina Hawirdor Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) û gelek kes îro çûn serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    Ji xizmên girtiyan Sevat Bayhan xwest ku hemû kes xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan derkevin. Bayhan, wiha domand: “Daxwaza me ji bo hemû gelan aştî, demokrasî û azadî ye. Divê tevahiya gelê kurd li dijî van tiştên heyî rabin ser pêyan. Bi sala ye em di nava vî agirî de ne. Em dixwazin ev agir êdî vemire.”    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) jî didome. Nobet li avahiya komeleyê didome û îro rêveberiya HEDEP’a Mêrsînê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn serdana çalakvanan.    Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş diyar kir ku nêzî hezar girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê û banga xwedîderketina li çalakiyê kir.    EDENE   Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê de jî li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin. Nobet, li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) didome û Parlamenterê HEDEP’ê Kamûran Tanhan, endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DBP, HEDEP û HDP’ê tev li çalakiyê bûn.     AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya HEDEP’a Rezanê jî berdewam dike. Kesên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Endamên DBP, HEDEP, Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana çalakvanan. Di serdanê de endamên Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û çalakvanan bi hev re stran gotin.