Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin 2023-12-10 16:16:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Konyayê malbatekê zaroka xwe ya 13 salî bi Alî G. yê 28 salî re nîşan kir.   Zilamê bi navê Osman S. ku li Taxa Karaalî ya navçeya Beyşehîr a Konyayê dijî, di 7'ê kanûnê de keça xwe ya bi navê C.S. ya diçe pola 8’an a dibistanê, bi zilamê 15 salan ji xwe mezintir Alî G. ê 28 salî re nîşan kir. Dîmenên merasîma nîşanê li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Piştî ku dîmen belav bûn, tîmên  Fermandariya Cendirmeyan û Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî yên Beyşehîrê têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.    Cendirmeyan di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên Alî G. û ferdên malbatê girtin.