‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’ 2023-12-11 12:57:44   ENQERE - Parlamenterê DEM’ê George Aslan da zanîn ku Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajar gef li kesên dixwestin pîrozbahiya Noelê li dar bixin xwar û têkildarî mijarê pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kir.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrdînê George Aslan pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku li Mêrdînê gef li kesên dixwestin pîrozbahiya Noelê li dar bixin hatiye xwarin. Pêşnûmepirs, bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn bibersivîne hate pêşkeşkirin û hat gotin ku sûryanên dixwestin Noelê pîroz bikin hatine hedefgirtin.    PEYAMA GEFÊ   Di pêşnûmepirsê de wiha hate gotin: “Di her Cejnên Noelê û sersalan de gotinên nefretê yên li dijî xiristiyanên li Tirkiyeyê dijîn zêdetir dibin. Çendek roj berê li dijî kesên Cejna Noelê û sersal li ser medyaya dijîtal pîroz kirin peyamek hatibû parvekirin, gef lê hatibûn xwarin û hedef hatibûn nîşandan. Peyam ji hêla Midûriyeta Perwerdeyê ya Mêrdînê hatiye şandin û bi rêya Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Nisêbînê ve li ser komên whatsappê hatiye parvekirin. Di peyamê de wiha tê gotin; ‘Hevalno, sersal nêz dibe. Di serdemeke ku zarokên Neol ê kujer, barbar û destbixwîn li erdnîgariya îslamê komkujiyan dikin, hinek kes li polên me yên pêşdibistan û dibistanên seretayî xemlên sersalê dikin. Beriya her tiştî em tevahiya saziyên me hişyar bikin, em bi tu awayî naxwazin têkildarî Noelê pîrozbahiyek bê kirin. Ji kerema xwe vê hişyariyê zû de bikin û em hev neêşînin. Kîjan dibistan dike bila bike, em ê di wê kêliyê de bang li midûrê navçeyê, midûrê dibistanê û mamosteyê/a ew çalakî li dar xistî bikin û hesabê jê bipirsin. Û dê tişta pêwîst bikin.’”    Di pêşnûmepirsê de ev pirs hatin kirin:    “* Gelo ev peyama ku kesên Cejna Noelê û sersalê li Mêrdînê pîroz dikin hedef digire û gefan dixwe, bi agahiya wezareta we hatiye şandin an na?    * Derheqê Midûrê Perwerdeyê yê Mêrdînê ku gefan dixwe û peyamên bi zimanê nefretê dişînê de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na?    * Li gorî TCK m. 216 û m. 122’yê; Midûrê Perwerdeyê yê Mêrdînê sûcên ‘Yekser nirxên olî yên beşeke gel dipejirîne biçûk xistiye’ û ‘nefret û cihêkariyê’ kiriye. Gelo dê ev kes ji peywirê bê dûrxistin?    * Ji bo di nava saziyên girêdayî we de li dijî dijî nîjad û beşên cuda yên civakê gotinên nefretê neyên kirin, gelo tu xebateke we heye?”