Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn 2023-12-11 14:38:58   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hate rakirin û girtin di doza jê tê darizandin de biryara berdewama girtina wê hate dayîn.    Danişîna 6’emîn a Doza parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ya serdema beriya niha Semra Guzel li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate lidarxistin.    Piştî hinek wêneyên Guzelê bi endamê PKK’ê Volkan Bora yê di sala 2017’an de di encama bombe barana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da bi telefonê hatibûn kişandin serwîsî çapemeniyê hat kirin hedef hat nîşandan. Piştî parêzbendiya Guzel hat rakirin di 3'yê îlona 2022'yan de hatibû girtin.    Guzel bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê tev li danişînê bû. Gelek kesan danişîn şopand.    ‘DAWIYA NEHEQIYAN NAYÊ’    Semra Guzel di parastina xwe de bi bîr xist ku di Hefteya Mafên Mirovan de ne û wiha got: “Em behsa têkoşîna maf dikin lê mixabin dawiya neheqiyan nayê. Di danişîna beriya niha de hatibû gotin ku dê di vê danişînê de şahidê veşartî were guhdarkirin. Divê di vê pêvajoyê de nehatibûma girtin, dirêjkirina girtina min neheqî ye.”   ‘WÊNE DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE HATIN KIŞANDIN’    Guzel, bi bîr xist ku wêneyên bi endamê PKK’ê Volkan Bora re kişandine ku di îdianameyê de cih digirin di pêvajoya çareseriyê de hatine kişandin û daxwaza berdana xwe kir. Guzelê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji destpêkê ve min înkar nekir ku wêne di pêvajoya çareseriyê de hatine kişandin. Ez tenê di pêvajoya çareseriyê de neçûm. Gelek kes ji bo xizmên xwe bibînin çûn. Xwezî pêvajoya çareseriyê bi awayekî erênî bi pêş ve çûbûya.”   ‘JI BO KU ŞAHIDÊ VEŞARTÎ WERE GUHDARKIRIN NIVÎS HATE NIVÎSÎN’    Piştî parastina Guzel û parêzeran şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir. Şandeyê ji bo şahidê veşartî li danişîneke din were guhdarkirin nivîs ji Serokatiya Daîreya Parastina Şahid û Miduriyeta Polîsan a Giştî nivîsand û biryara berdewama girtina Guzelê da.    Şandeyê danişîn taloqî 7’ê sibata 2024’an kir.